‘Li dijî vîrûsê divê li paqijiyê baldar bin' 2020-08-21 09:01:12   Berçem Cûdî   KOBANÊ - Jinên Kobanê derbarê girîngiya paqijiyê û xwe parastina li hemberî vîrûsê de gotin: "Em di rewşeke wiha de dijîn ku divê em paqijiyê weke nan û avê girîng bibînin. Parastina tenduristiya xwe, tê wateya parastina tenduristiya her kesî."   Li hember hemû cureyên nexweşiyê, baldariya li tenduristiyê, paqijiya kesayetî û derdorê çareseriya herî girîng e ji bo parastinê. Tê gotin ku parastina tenduristiyê ji hezar dermanî baştir e, loma hemû bijîşkên tenduristiyê di dema belavbûna nexweşî û vîrûsan de ser parastina paqijiyê radiwestin. Têkildarî paqijiyê jinên Kobanê bi me re axivîn.    `Em bajarê xwe paqij bikin û xwe biparêzin`   Jina bi navê Hedle Salih ser girîngiya paqijiyê wiha nêrîna xwe anî ziman: "Bîra min ya avê di mal de heye. Her roj ez mal û kolanê hemû dişom û paqij dikin.  Her wiha em li benda şaredariyê namînin, roj bi roj em çopê kom dikin û zarok davêjin cihê wê yê ku jê re hatiye diyarkirin. Dema ku em di ber malan re derbas dibim û dibînin ku çop komkiriye, em wan şîret dikin û hişyariya baldariyê didin wan."   Hedle, da zanîn ku niha di rewşeke cudatir de nexweşiya Koronayê belavbûye, divê ku em bi rengekî baldar li paqijiya xwe ya kesayetî, zarokan û mala xwe binêrin û wiha axivî: "Dema ku em sebzeyan dikirin, em baş dişoin û xwarina xwe jî baş dikelînin. Beriya û piştî xwarinê destên xwe bişon. Ev pîvan ji bo me hemûyan bi sûdin. Ji ber ku  ger cîranên me nexweş bikeve, paşê em ê  jî nexweş bibim û wê bi vî rengî belav bibe. Li cîhanê rojê bi hezaran kes jiyana xwe ji dest didin, heger em xwe neparêzin em ê li pey hev bimirin."   `Divê ku em paqijiyê paşguh nekin`   Fadîle Şêx Ehmed jî ser paqijiyê hişyarî da û got: "Li Kobanê çanda paqijiyê heye û li pêş e.  Lê hinek kes jî paşguh dikin. Ev yek zirarê li wan jî dike û li me jî dike. Divê ku kes paqijiya bajarê xwe li hêviya kesî nehêle, her kes ji cem xwe de dest pê bike da ku em bi rengekî komînal xwe biparêzin."   Fadîle, destnîşan kir ku şewba koronayê li ser asta cîhanê belav bûye û derfetên me bi qasî dewletên navnetewî tune ne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Her wiha em di rewşa şer de ne jî û dermanên me kêm in. Ji ber vê divê gelê me berpirsyarbin û bi hev re bibin alîkar da ku vê pêvajoyê derbas bikin. Bajarê me paqije, şaredariya me bi erka xwe radibe.  Lê kêmasî ya me û gel e ji ber ku paqijiyê nakin perçeyek bingeha jiyana xwe. Ji ber vê divê ku em jin pêşengiya vê yekê bikin."