ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2020'Î 2020-08-21 09:00:00   *Jinên Kobanê derbarê girîngiya paqijiyê û xwe parastina li hemberî vîrûsê de gotin: "Em di rewşeke wiha de dijîn ku divê em paqijiyê weke nan û avê girîng bibînin. Parastina tenduristiya xwe, tê wateya parastina tenduristiya her kesî." BI DÎMEN    *Jinên Efrînê yên ku li Wargeha Berxwedan dijîn diyar kirin ku derdora xwe bi hezkirineke mezin avakirine û gotin: "Em hîn bûne ku her derdora me şînkahî be. Em dikarin di nava erdekî zuha de jî bihûştekî ava bikin."  BI DÎMEN    *Nezahat Kaçar a ku ji bo debara xwe bike bi karê dekorasyonê mijûl dibe wiha got: "Her jin dikare bi derfetên xwe yên heyî têbikoşe û li ser piyên xwe bisekine. Ji bo wê jî bixwebawerî û ked pêwist e.” BI DÎMEN    *Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîran a Herêma Efrînê Avêste Mistefa girîngiya rola rewşenbîran di civakê de anî ziman û wiha got: Ji bo ku hîmên civakê neyê hilweşandin divê rewşenbîr bibin piştevanên civaka xwe û jê re pêşengtiyê bikin." BI DÎMEN    *Mala Jinê ya Til Temirê bûye navnîşana jinên ku bi şîdetê re rûbirû mane. Endama Mala Jinê Şemsa Remezan, diyar kir ku bi qedexeya derketina dervê şîdeta li hemberî jinê zêde dibe û got: "Mala Jinê bi xebatên xwe dixwaze xwe bighîne hemû jinên li herêmê. Di vê pêvajoya qedeyê de deriyê xwe ji jinan re vekir."  BI DÎMEN    *Parêzerên Komeleya Berî Hertiştî Zarok û Jin ku zaroka bi êrîşa zayendî re rûbirû ma girtin ser xwe, diyar kirin ku bersûc Nîzamettîn Şahîn li heman taxê hin zarokên din jî bi êrîşê re rûbirû hiştine. Parêzer Hande Gundogdu û Ayten Topçû diyar kirin ku ji bo ev malbat jî dest ji dozê berde zext lê tê kirin û diyar kirin ku ew ê şopdarên dozê bin.    *Bi belavbûna vîrûsa koronayê re tirs û fikara malbatên girtiyan derket asta herî jor. Sultan Degîş ji bo hevjîn û keça xwe ya girtî banga bi hestiyariyê kir û got li girtîgehan tedbîrên esasî nayên girtin. BI DÎMEN    *Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Bedlîsê testa ji bo vîrusa koronayê ya 15 girtinyan pozîtîf derketiye û malbata gitiyê bi navê Îslam Yaşar ku li heman girtîgehê dimîne diyar kir ku ew ji rewşa girtiyan bi gûman in û xwestin ku demildest tedbîr bên girtin.   *Jinên Şengalê tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin: "Heta ku Rêber Apo rizgar nêbe em jî rizgar nabin. Hemû dewleten navneteweyî fikr û ramanên Rêber Apo ditirsin û ji ber vê jî li hemberî tecrîdê bêdeng dimînin." BI DÎMEN