'Girtina çawîşê pispor têrê nake divê cezayê herî giran bê dayîn' 2020-08-20 10:28:15   AMED/ÊLIH - Aktîvîstên TJA'yê da zanîn ku girtina çawîşê pispor Musa Orhan têrê nake, divê cezayê herî giran bê dayîn û gotin: "Hêzên dewletên yên leşkerî li ser jinên kurd polîtîkayek taybet dimeşînin. Ji ber ku êrîşkar û tecawizkar nayên cezakirin, êrîşên hov a li hemberî jinên kurd didomin. Divê jin li dijî vê hişmendiyê bedeng nemînin."    Li navçeya Qubîna Êlihê di 16'ê tîrmehê de derket holê ku Îpek E. (18) hewl daye întîxar bike û piştî ku bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê, hat aşkerakirin ku ji aliyê çawîşê pispor Musa Orhan ve bi tecawizê re rûbirû maye. Îpek E. ya ku li nexwşxaneyê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Piştî mirina Îpekê li ser medyaya civakê bertekekî mezin hat nîşandan û tecawizkar Musa Orhan hat girtin. Derbarê mijarê de jinan nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman.   ‘Edaletê li ser medyaya civakî digerin'    Aktîvîsta TJA'yê Berîtan Onen diyar kir ku bi polîtîkayên dixwazin têkoşîna jinan têk bibin û got: "Li Kurdîstanê polîtîkayên bi wî awayî ne nû ye. Bi taybetî jî ew polîtîka bi destê dewletê ve li hemberî jinan tê meşandin. Ev polîtîka ne tenê li Êlihê bi taybetî li cihên ku têkoşînê heye li vir tê meşandin. Dixwazin nasname û rûmeta Gelê Kurd bin pê bikin. Li Kurdistanê hemû polîtîka bi zanebûn tê kirin û di bingehê de jî têk birina kurdan heye. Ger ku bertekek xurt nehata nîşandan  tecawizkar nedihat girtin. Ji ber ku êdî xelk edaletê li ser medyaya civakî digere. Bûyera Îpek jî bi wî awayî bû.”   ‘Helwesta dewletê polîtîk e’   Aktîvîsta TJA’ê Têkoşîn Tekîn jî diyar kir ku ji ber polîtîkayên bêceza hiştinê bûyerên tecawizê zêdetir dibe û ev tiştê anî ziman: “Dema tecawizkar neyê darizandin ev tişt tê wateya ku dewlet wê şîdet û tecawîzê dipêjirîne. Her wiha nîşan dide ku helwesta dewletê helwestekê polîtîk e. Hêzên dewletên yên leşkerî li ser jinên kurd polîtîkayek taybet dimeşîne. Ji ber ku wan dizanin ku ceza nastînin êrîşê jinên kurd dikin. Li Batmanê Îpek ji aliyê çawişa pispor ve bi tecawizê re rûbirû ma û jiyana xwe jidest da. Gotina tecawizkar Musa Orhan 'Tiştek bi min nayê' helwestê bi zelalî aşkere dike û peyamek mezin dide. Divê jinên kurd ji van polîtîkayên taybet baldarbin û li dijî van derkevin. Em jî wek TJA li her qadê li dijî wan polîtîkayên qirêj bêdeng namînin û bi têkoşînek xurt dê bersiv bidin.”   ‘Nikarin vîna jina kurd bişkênin'    Aktîvîsta TJA’ê Fatma Ablay jî destnîşan kir ku wan bûyeran ne tesadufî ne û got: “Em dizanin ku bûyer bi hişmendiyekî pêk tên. Gotinên tecawizkar Musa Orhan jî wê hêza xwe ji ku distîne nîşan dide. Ango dibêje 'li pişt min dewlet heye' divê wiha bê dîtin. Em ê şopdarê wê dozê bibin. Nikarin vîna jinên kurd bişkênin.”   ‘Em ê li ber xwe bidin'    Ji welatiyên Batmanê Ayten Yildirim jî anî ziman ku wan wek jinan ji bûyera Îpekê gelek bibandor bûne û ev tişt got: “Em naxwazin tiştên wisa pêk werin. Divê ji wan re êdî bêjin 'bes'. Kesên ku li dijî wan bêdeng dimîne çawa wijdana wan rehet dimîne. Bi van tiştan dixwazin çavê me bitirsînin lê em ê li ber xwe bidin.”