'Bertek û berxwedana jinan ji biryara AKP'ê xurtir e' 2020-08-20 09:06:03   Dilûcan Bozî   KOBANÊ - Endama Komîteya Jineolojiyê ya Herêma Firatê Dîrok Qehreman bal kişand ser şîdet û kuştina jinan û got: "Niha bi taybetî li Tirkiyeyê nîqaşên betalkirina Peymana Stenbolê hene. Lê belê divê bê zanîn ku bertek û berxwedana jinan ji biryara AKP'ê xurtir e."    Peymana Stenbolê, bi navê xwe yê rast Peymana Konseya Ewropayê ya Têkoşîna li Dijî Şîdêta li Hemberî Jinê û Şîdeta di Nava Malbatê de ye. Di vê mijarê de peymana yekemîn a navneteweyî ye. Cara yekêm di 11'ê gulana 2011'an de li Stenbolê peyman ji îmzeyê re hat vekirin. Di 1'ê tebaxa 2014'an de ji aliyê 11 dewletan ve peyman ket meriyetê. Dewletên wekî Tirkiye, Arnavutluk, Andorra, Awusturya, Bosna Hersek, Danîmarka, Îtalya, Karadag, Portekîz, Sirbistan û Spanya peyman pratîze kirin. Her wiha Yekitiya Ewroyayê jî di 13'yê hezîrana  2017'an de peyman îmze kirin. Ji destpêkê heta adara sala 2019'an bi tevahî 46 dewlet û Yekitiya Ewropayê peyman îmze kiriye. Dewletên wekî Macarîstan, Bulgarîstan, Slovakya û Letonya jî erêkirina peymanê red dikin.    Her wiha cara yekem Tirkiye peyman îmze kir û di 24'ê mijdara  2011'an de jî Peymana Stenbolê di meclisê de da erêkirin. Cara yekem dewletek wisa nêzî peymanê bibû û ji raya giştî re bibû mînak. Lê niha jî nîqaşên betalkirina peymanê di rojeva Tirkiyeyê de ne. Îqtîdara AKP û MHP'ê hewl didin ku peymanê bidin betalkirin. Sazî û rêxistinan jinan li hemberî nîqaşan daketin qadan, ligel zext û şîdetê xwedî li peymanê derketin. Derbarê Peymana Stenbolê de endama Komîteya Jineolojiyê ya herêma Firatê Dîrok Qehreman ji ajansa me re axivî.   'Peymaneke wisa hewce bû'   Dîrokê da zanîn ku kuştin, zewaca di temenê biçûk, tecawiz, şîdet û sineta jinan li tevahiya cîhanê gelek zêde ye û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Şîdeta li hemberî jinê herdem di asta herî jor de berdewam dike. Ji ber ku li cîhanê ji sedî 35'ê jinan bi şîdetê re rûbirû diman û di heman demê de 750 milyon zarok di temenekî biçûk de hatin zewicandin û 200 milyon zarokên keç hatin sinetkirin, di sala 2011'an de jî ev hejmar zêde bû, vê rewşê bala cîhanê kişand û pêwîstî bi girtina biryaran dîtin. Gelek hevpeyman ji bo parastina jinan hatin amadekirin, lê nehatin pratîzekirin. Yek ji wan hevpeymanan jî Peymana Stenbolê ye ku ji bo parastina jinan hevpeymaneke girîng e."   '13 welatên ereb peyman îmze nekirin'    Dîrokê, di axaftina xwe de bal kişand ser nêzikatiya welatên ereban a li hemberî hevpaymanê û wiha mijar şîrove kir: "Li gel ku şîdeta li hemberî jinê li welatên ereban di asta herî jor de yejî 13 welatên ereban peyman erê nekirin. Beşdarnebûna wan dewletan mirovan matmayî dike. Lê li hemberî vê jî jinên ereb helwestên xwe bi zelalî nîşandan. Xwestin ku di nava vê peymanê de cih bigirin. Lê mixabin van dewletan di vê peymanê de cih negirtin."   'Çima hevpeymanê taloq dikin'    Dîrokê, di axaftina xwe de bal kişand ser hevpemanê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Qaşo ev hevpeyman li dijî tundiya di nava malê de, wekheviya di navbera herdû zayendan de, kesên koçber û hemû cureyên tundiyê derbasdar e. Ya girîng ew bû ku herdu zayendan bi hev re ev hevpeyman amade kirin, lê ya bala mirov dikşîne jî peymana hat kirin çima tê taloqkirin? Dema ku mirov analîz bike mirov dikakare li gel sedsala 21'emîn bibîne ku ji ber şerê dijwar tê meşandin, bi awayekî hov tundiya di nava malbatê de ku bi taybet li ser jinê tê meşandin. Ligel ku ev qas zanebûn di nava civakê de belavbûye jî lê mixabin asta tundiyê hîna kêm nebûye. Li Tirkiyeyê her roj jin tên qetilkirin. Xwendekar Pinar bi rengekî hovane hat kuştin ev bû mijara reflêksên civakî. Di heman demê de jin ji ber zilm û zordariya hevjîn, bav û birayên xwe xwe dikujin."   'Bertekên jinan girîn bûn...'   Dîrokê, diyar kir ku li Tirkiyeyê azadî, wekhevî, demokrasî tune ye, mafê jinan nayê parastin û got: "Di heman demê de ceza li tecewizkaran nayê birîn û serbest tên berdan. Ev dide diyarkirin ku hevpeyman tenê bi gotegot heye lê pratîk tune ye. Van mijaran pêwîste mirov li ser bisekine û binirxîne. Di van demê dawî de Cigîrên Serokên AKP'ê biryara vekişandina ji peymanê dan û dibêjin em ê li ser du bendan xwe paşve bikşînin, lê ya rast dixwezin xwe paşve bikşînin. Li hemberî vê yekê helwestên jinan derketin holê û bertek nîşanî taloqkirinê dan. Her wiha parlamenterên jin ên AKP'ê jî li hemberî betalkirina peymanê derketin. Ev tişt nîşan dide ku di nava AKP'ê de parçebûnek heye di vê mijarê de."