'Perwerde bingeha avakirina keseyeteke azad û dirust e' 2020-08-20 09:01:11   Sara Şêx Hesen    HELEB - Jinên Ciwan ên ku tevilî perwerdeya bîrdozî bûne li ser girîngiya perwerdê ji bo jinên ciwan wiha dibêjin: "Armanca me ji perwerdeyê pêşketin û dîroka xwe naskirin e, perwerde bîngeha avakirina keseyeteke azad û dirust e."   Tevgera Jinên Ciwan a bajarê Helebê  perwerdeyeke birdozî ji bo jinên ciwan da destpêkirin. Ev perwerde li akademiya Star bi navê şehîd Nûcan Serdoz tê  dayîn. Perwerdeya ku hejmarek ji jinên ciwan tevli bû wê nêzî 15 rojan dewam bike. Di perwerdeyê de waneyên derbarê parêznameyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, dîroka jinê, jineolojî, civaka xwezayî û şerê taybet wê bên dayîn. Têkîldarî perwerdeyê jinên ciwan nêrînên xwe bi me re parve kirin.   'Perwerde mirov pêş dixe'   Emîne Ebdo li ser girîngiya perwerdeyê wiha got: "Li Helebê em jî weke jin tevlî vê perwerdeyê bûne, armanca me xwe pêşxistin û dîroka xwe naskirin e. Em dixwazin li ser zanista jinê nêrînên me jî çêbibin. Da ku em bibin bersiv ji hişmendiya ku dixwaze vîna jinan têk bibe. Bi perwerdeyê re mirov xwe pêş dixe û ji bo xwe jiyaneke nûh ava dike. Li ser vî esasî divê her jinek bi rihê ciwantî hebûna xwe di perwerdeyê de mayinde bike û li hember hemû cureyên xistina jinan têkoşînê bide."   'Perwerde rihê hevaltiyê pêş dixe'   Emîne bang li jinên ciwan kir ku tevlî perwerdeyê bibin û pêşerojeke azad ji xwe re ava bikin. Emîne wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dema ku mirov derbasî perwerdê dibe divê xwedî armanc be. Armanca me jî em guhertinên bingehîn di nava jinên civaka xwe de bidin avakirin. Her wekî din di perwerdeyê de mirov rihê hevaltiyê fêr dibe ku çawa li kêleka hevalê xwe têkoşînek li dijî hişmendiya civakê bide meşandin. Ji xwe wateya herî girîng ew e ku mirov ji perwerdeyê sûdê bigire. Banga min ji hemû jinên ciwan re heye ku tevlî perwerdeyê bibin û jiyanek azad ji xwe re ava bikin."    'Bi rastiya xwe re jiyan xala herî girîng e'   Stêrvan Hesen jî derbarê perwerdeya ku tevlîbûye de hestên xwe wiha anîn ziman: "Ev cara yekemîn e ez tevlî perwerdeyê dibim. Perwerde hêza di nava  mirovan de bi demên dirêj re veşartî mayî bi mirov dide hîskirin. Ji bo wê bi rastiya xwe re jiyan xala herî girîng e. Bi waneyên ku em dibînin zanîna me pêş dikeve. Pêwist e em van mijaran bi jinên civaka xwe re jî parve bikin û weke hîmên esasî di civakê de bi kar bînin."