ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2020'Î 2020-08-20 09:00:00   *Jinên Ciwan ên ku tevilî perwerdeya bîrdozî bûne li ser girîngiya perwerdê ji bo jinên ciwan wiha dibêjin: "Armanca me ji perwerdeyê pêşketin û dîroka xwe naskirin e, perwerde bîngeha avakirina keseyeteke azad û dirust e." DÎMEN HEYE   * Dengbêja navdar Gazin li gel zext û zordariya malbat û civakê dengê xwe bilind kir û serî rakir. Heta dawiya emrê xwe ne bi dengekî nizim bi dengekî bilind eş û çîrok axa xwe anî ziman.   *Hevseroka Meclîsa Rêveber a Herêma Efrînê Şîraz Hemo diyar kir ku şerê di navbera kapîtalîzim û demokrasiyê de didome û got: got: "Ji ber ku sistemên desthilatdar hebûna rengê demokrasiyê qebûl nakin û li şûna wê hemû rêbazên ku civakan dixe didin meşandin. Dewletên serwer ji bo berjewendiyên xwe hevpeymanên xwe bi hev re qayim dikin û gelan jî qir dikin." BI DÎMEN    *Weqfa Jina Azad ji bo xizmeta koçberên Serêknaiyê navendek vekir. Li ser armanca vekirina vê navendê Rêvbera Navenda Weqfa Jina Azad a Bajarê Hesekê Yasmîn Osman axivî û got: ”Parastina tenduristiya mirovan erka me ye.  Em dixwazin di vê rewşa zehmet de xizmeta mirovên koçber bikin û barê wan sivik bikin.” BI DÎMEN     *Endama Komîteya Jineolojiyê ya Herêma Firatê Dîrok Qehreman bal kişand ser şîdet û kuştina jinan û got: "Niha bi taybetî li Tirkiyeyê nîqaşên betalkirina Peymana Stenbolê hene. Lê belê divê bê zanîn ku bertek û berxwedana jinan ji biryara AKP'ê xurtir e." BI DÎMEN    *Li hemberî şewata daristanên li herêmê siyasetmedarên jin bertek nîşandan û gotin: "Li Tirkiyeyê ji bo rantê daristan tên şewitandin û li Kurdistanê jî di çarçoveya polîtîkayên şer daristan tên şewidandin. Divê me di vê mijarê de baldar bin û xwedî li xwezaya xwe derkevin."  BI DÎMEN