Li Êlihê gel li dijî tecawizê meşiya 2020-08-19 17:15:55   ÊLIH - Daxuyaniya ku wê derbarê Î.E. ya jiyana xwe ji dest da dayîn ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Piştî polîsan daxuyanî asteng kir gel bi dirûşman dest bi meşê kir.   Derbarê Îpek E. ya ku li navçeya Qubînê ya Êlihê ji aliyê çawîşê pispor Musa Orhan ve bi tecawizê re rûbirû ma û hewl da întîhar bike ku duh li nexweşxaneya dima jiyana xwe ji dest  da de di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) da daxuyaniya ku hat xwestin bê dayîn ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Piştî ku daxuyanî hat astengkirin gel bi dirûşma, "Destên dirêjî jinê dibin bişkînin" û "Îqtîdara tecawizkar" dest bi meşê kir.     Meşa gel berdewam dike.