Serdozgeriyê derbarê Musa Orhan de daxuyanî da 2020-08-19 15:37:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê derbarê çawîşê pispor Musa Orhan ku tecawizî Îpek E. kir û bû sedema mirina wê de daxuyanî da.    Li Êlihê Îpek E. ya ku ji aliyê çawîşê pispor Musa Orhan ve tecawizî wê hat kirin û di 16'ê Tîrmehê de ber bî întîharê ve hat dafdan, duh serê sibehê li nexweşxaneya tedawî didît jiyana xwe ji dest dabû. Piştî hewldana întîharê ya Îpek e bersûc Musa Orhan hatibû binçavkirin û bi sûdariya "Êrîşa zayendî kiriye"  bi daxwaza girtinê sewkî Dadgeriya Nobedar a Sulh Ceza ya Sêrtê hatibû kirin. Lê bersûc ji aliyê dadgeriyê ve bi şertê "Nederketina dervê welat û kontrola edlî" serbest hatibû berdan.   Serbestberdana bersûc bû sedema bertekan   Serbest berdana çawîşê pispor Musa Orhan ji aliyê raya giştî ve bû sedema bertekan û Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê derbarê bûyerê de daxuyanî da.  Serdozgeriyê di daxuyaniya xwe diyar kir ku bila bersûc Musa Orhan ê bersûc ji aliyê dadgeha têkildar ve bê girtin û darizandin.   Derbarê bersûc de biryara girtinê   Piştî daxuyaniya dozgeriyê ji aliyê 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê ve biryara ku bersûc Musa Orhan bê girtin hat dayîn.