Li Erdîşê êrîşî goristanê kirin 2020-08-19 15:13:04   WAN - Li Erdîşê gora Fatma Încî ya HPG'yî ji aliyê leşkeran ve hat texrîbkirin û gazî malbata wê jî kirin ku bê îfadê bide.   Leşkeran gora Fatma Încî ya HPG'î ku di 17’ê Nîsana 2018’an de li navçeya Berwerî ya Sêrtê di şer de jiyana xwe ji dest dabû û li Goristina Zortul a navçeya Erdîş a Wanê hatibû definkirin, rûxandin. Leşkeran peyva “şehîd” û navê koda wê ya li ser gora wê hatibûn nivîsandin kirin hincet û rûxandin. Herwiha leşkerên ku gora Fatmayê rûxandin, di heman demê de bang li malbata wê jî kirin ku bê Qereqola Çelebibag îfade bide.     Malbat li ser vê yekê çû qereqolê û li qerolê pirsa çima “nivîs hatine nivîsandin” ji malbatê hat kirin. Ferdên malbatê yên li qereqolê îfade dan, dûre serbest hatin berdan.