Li Rojava qedexeya derketinê hefteyeke din dirêj kir 2020-08-19 13:44:56   QAMIŞLO - Rêveberiya Xweseriya Demokratîk qedexeya derketinê ji ber belavbûna vîrûsa korona li herêmê hefteyeke din dirêj kir.    Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vîrûsa koronayê belav bûye, pêre jî rojane kesên ku vîrûsê wergirtine bi hêjmarên bilind derdikeve pêş. Têkîldarî vê yekê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dema borîd de qedexeya derketinê 15 rojan îlan kiribû. Niha jî bi dawî bûna qedexeya yekemîn hefteyeke din jî dirêj kir. Qedexe wê ji 20'ê tebaxê dest pê bike, 27'ê tebaxê bi dawî dibe. Têkîldarî vê qedexeyê hin biryarên nû ji bo bazirganan derket.    Bîryar wiha ne:    "*Cihê sanayî wê ji seat 08:00' siharê heta 18:00'ê êvarê wê vekirîbin.   * Dikanên cihê pereyan wê roja yekşem û çarşembê ji seat 08:00' siharê heta 18:00'ê êvarê wê vekirîbin.   * Divê hemû bazirgan di dikanên xwe de rûpoş û lepikan bi kar bînin. Her wiha kombûna gel di dikkanan de zêde nebe. Yên ku van biryaran pêk neynê wê baca wê bide.   Daxwaza me ji gelê herêmê ku van biryaran pêk bînin û tenduristiya xwe biparêzin."