Li Helebê Kongreya Star li dijî tecrîdê daxuyanî da 2020-08-19 13:15:17   HELEB - Rêxistina Kongreya Star a Bajarê Helebê der barê tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin daxuyaniyek da û gotin: "Em bang li dewletên navnetewî û CPT dikin ku helwastek nîşan bidin. Rê li pêşiya kiriyarên dewleta tirk bigirin." da.       Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ev 21 sal in bi komployeke navnetewî ji aliyê dewleta tirk de dîl hatiye girtin. Têkildarî vê yekê Kongreya Star a bajarê Helebê helwestên xwe nîşandan û tecrîda girankirî a ku ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Daxuyanî li taxa Şêx Meqsûd Şerqî bi tevlîbûna bi dehan Endamên Sazî û dezgehên sivîl hat dayin. Daxuyanî ji aliyê Endama Kongreya Star Hêvîn Silêman ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye: "Ev bû 21 sal in ku Rêber Apo di zîndana Îmraliyê de li ber xwe dide. Hemû cureyên îşkenceyê ji aliye dewleta tirk de ser wî tên meşandin. Dewleta tirk bi van kiriyarên xwe yên qirêj hemû nirxên exlaqî û zagonên navdewletî têk dibe. Projeya Rêber Apo li hember berjewendiyên dewleta tirk sînorek bû. Ji bo wê bi planekî qirêj Rêberê me dîlgirtin.    Heta îro jî bi hemû hêza xwe li ser Rêber Apo hemû cureyên îşkenceyê dide meşandin. Ev jî bandoreke xwe li ser civaka me dike û bi taybet jî li ser Gelê Kurd. Dixwazin bi tecrîdê re hêza jinan bişkînin û gelê civaka me kole bimînin. Hêza me ya têkoşîna ji bo Rêber Apo her zindî ye. Misogerkirina azadiya Rêber Apo armanca me ya sereke ye.     Em weke Rêxistina Kongreya Star a bajarê Helebê bang li dewletên navnetewî û CPT dikin ku helwastek nîşan bidin. Pêwist e rê li pêşiya kiriyarên dewleta tirk were giritin û ceza lê bê birîn."