Li Şehbayê amadekariya vekirina pêşengeha wêneyan tê kirin 2020-08-19 09:39:18   Lîlav Elî    ŞEHBA - Komîna wênesaziya Herêma Efrînê wê di dema pêşiya me de pêşengehekê veke. Wênesazên ku tevlî pêşengehê bibin li ser amadekariyên xwe wiha axivîn: "Em dixwazin êşên ku di koçberiyê de mekişandine bi xêzkirina wêneyan ji her kesî re pêşkêş bikin."   Bi pêşengtiya Komîna wênexêziyê û bi alîkariya Meclîsa Sûriye Demokratîk (MSD) a Efrînê pirojeya amadekariya pêşengeha wêneyan bi dirûşma " Qerîna Sûriyeyê Efrîn bangî me dike" tê vekirin.  6 jê peykervan wê nêzî 40 wênesaz tevli pêşangehê bibin. Di pêşangehê de wê wênesaz û peykrevan tablo û peykerên ku bi destê xwe çêkirine pêşkêş bikin. Têkildarî pêşengehê wênesazên ku tevli dibin nêrînên xwe bi me re parvekirin.   'Her tabloyek êş û qêrînekê şîrove dike'   Hevseroka Komîna Wênesaziyê ya Herêma Efrînê Sebah Elî derbarê projeya amadekariya pêşengeha wêneyan de wiha got: "Armanca me ji vekirina vê pêşengehê ew e ku em kiryarên di derheqê gelê Efrînê de ji aliyê dewleta tirk ve hatine kirin nîşanî her kesî bidin. Em dixwazin êşên ku wan rojan hatine jiyîn bi xêzkirina wêneyên xwe ji tevahî mirovan re pêşkêş bikin. Ji ber rewşa heyî ya belavbûna vîrûsê weke tedbîr wê rojê carekê hêjmarek ji wênesazan derbasî pêşengehê bibin û amadekariyên pêşangehê jî wê meh û nîvekê bidomin. Derfetên me yên kêm nebûn asteng ku em rastiya dewleta tirk venebêjin. Her tabloyek me wê êş û qêrînekê vebêje."   'Tabloya min çîroka bav û keça wî vedibêje'   Wênesaza bi navê Xaliya Henan ku wê bi tabloyên xwe beşdarî vê pêşengehê bibe wiha nêrîna xwe anî ziman: "Tabloyên ku ez xêz dikim niha li ser çîroka bav û keça wî ye.  Ev bûyer jî li Helebê pêk hatiye. Bi vê tabloya xwe min xwest ez  hezkirina di navbera bav û keçê de bidim nîşandan."   'Em xeyalên xwe li ser tabloyan xêz dikin'   Wênesaza bi navê Zeyneb Mihemed jî wiha bahsa wêneyê ku xêz kiriye kir: "Êşên ku me ji ber koçberiyê kişandine zêde ne û ev bûyer di mêjiyê me de zindî ne. Min jî xwest ev êşa me kişandiye li tabloyê xêz bikim. Min xwest qêrîna zarokên Efrînê bi rêya wêneyên xwe ragihînim. Mamosteyên me bi me re dibin alîkar ku em kêmasiyên di tabloyan de derbas bikin. Her wekî din min tabloyeke din li ser dareke zeytûnan ku hişk bûye xêz kiriye. Ev dar ji nû de şîn dibe û jiyaneke nû bi xwe re tîne."