ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2020'Î 2020-08-19 09:00:00   *Hevseroka Desteya Kar û barên Civakî ya Herêma Cizîrê Gulîstan Oso tekez kir ku avakirina Kampa Serêkaniyê ji bo parastina tenduristiya koçberên li dibistanan hatine bicihkirin e û got: ”Di 20’ê mehê de em ê koçberên li dibistanan hatine bicihkirin li kampê pêşwazî bikin. Me ji bo parastina koçberan û rewşa wan ya tenduristî ev xebat da meşandin û kampeke nû ji wan re avakir.” DÎMEN HEYE   * Hevseroka Desteya Rêveberiya Herêmî û Ekolojiyê ya herêma Firatê û Endama Şandeya Kirîzê Roşîn Mehmûd di derbarê belavbûna vîrûsa Korona yê de wiha got: "Pêvajo cidî û nazik e, divê her kes xwe berpirsiyar bibîne ku em bi hev re bi zerarek herî kêm vê pêvajoyê derbas bikin." DÎMEN HEYE   *Keleha Gêlê ku li Kurdistanê xwedî dîroke kenar e, ji ber ku nayê parastin der û dora wê bûye wekî gelaşxaneyê û nayê paqijkirin. DÎMEN HEYE   *Hevşaredara Cizîrê ya ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Bêrîvan Kutlu bal kişand ser salvegera tayînkirina qeyûman a li hemberî Şaredariyên Bajarê Mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê û got: "Tayînkirina qeyûman tê wateya bêçaretiya pergal û îqtîdarê. Bi qeyûman dixwazin vîna gel bin pê bikin. Lê belê îktîdar tu carî bi van êrîşan nagheje armaca xwe." BI DÎMEN   *Jina bi navê Nezîfe Mihemed ku ji tirî û hêjiran gelek cureyên şêraniya kevnar çêdikekevnar çêdike wiha dibêje: "Domandina çanda kevnar a dapîrên me kêfxweşiyekê bi min re çêdike ji ber ku ekla destên wan bi bîr tînim." DÎMEN HEYE   *Niştecihên gundê Borîkê bi xwedîkirin û firotina mirîşkan debara xwe dikin, lê ji ber vîrûsa koronayê nikarin mirîşkên xwe bifroşin. BI DÎMEN    * Aktîvîsta TJA'yê Dîlan Yildiz bal kişand ser şîdeta li hemberî jinê ya ku di nava malbatê de pêk tê û got: "Li Wanê şîdeta li hemberî jinê her roja ku derbas dibe zêde dibe. Şîdeta di nava malê de pêk tê weke pirsgirêka malbatê tê nirxandin û şîdeta li hemberî jinê tê weşartin. Li vir ne jin malbat tê parastin." BI DÎMEN    *Komîna wênesaziya Herêma Efrînê wê di dema pêşiya me de pêşengehekê veke. Wênesazên ku tevlî pêşengehê bibin li ser amadekariyên xwe wiha axivîn: "Em dixwazin êşên ku di koçberiyê de mekişandine bi xêzkirina wêneyan ji her kesî re pêşkêş bikin." DÎMEN HEYE   *Endama SES'ê Gonul Adibellî derbarê ewlehiya ku ji bo belavbûna vîrusa koronayê nayê girtin û kêmbûna testê de nirxandin kir û got, "Li nexweşxaneyên ku test tê kirin hejmara nexweşan zêde dibe û dor çêdibin. Divê hikûmet di vî warî de berpirsiyar tevbigere." DÎMEN HEYE