Helîme Dîlek li Kerboranê hat definkirin 2020-08-19 08:57:34   MÊRDÎN - Endama Meclîsa Aştiyê Halîme Dîlek a li Navçeya Kerboranê jiyana xwe ji dest da hat definkirin.    Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Halime Dilek a 70 salî ku demek dirêj nexweş bû, jiyana xwe ji dest da. Piştî zarokên Halîme Dîlek ên li dervê welêt dijîn, hatin Mêrdînê, malbatê cenaze ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Kerboranê girt û li Goristana Asrî ya Kerboranê defin kirin. Kurê Dilekê yê girtî Mahsun Dilek ji ber girtî bû û destûr nehat dayîn nekarîbû tevli merasima cenazeyê dayika xwe bibe.