Ji bo girtina çawîşê pispor ê tecawizkar çalakî 2020-08-18 17:03:28   ÊLIH - Ji bo ku çawîşê pispor Musa Orhan ê tecawizî Î.E. kir û bû sedema mirina wê li ser medya civakî hashtag hat vekirin.   Li navçeya Qubînê ya Êlihê jina bi navê Î.E. ya 18 salî ji ber ku bi tecawiza çawîşê pispor Musa Orhan re rûbirû ma di 16'ê Tîrmehê de hewl dabû întîxar bike û rakiribûn nexweşxaneyê. Î.E. ya li nexweşxaneyê tedawiya wê berdewam dikir îro jiyana xwe ji dest da. Li gel ku Î.E. di nameya li dû xwe hişte diyar kiribû ku Musa Orhan tecawizî wê kiriye jî Musa Orhan ê ku hat binçavkirin di heman rojê de hatibû berdan.    Cenazeyê Î.E. ya ku jiyana xwe ji dest da ji bo testa Covîd-19 li nexweşxaneyê tê ragirin û ji bo ku tecawizkar Musa Orhan bê ghirtin jî li ser medya civakî çalakî hat destpêkirin.