Lêgerîna nava avê bi dawî kirin: Gulîstan Doku li ku ye? 2020-08-18 16:40:48   DÊRSIM - Lêgerîna li nava avê ya ku berî bi 13 rojan ji bo Gulîstan Doku hatibû destpêkirin hat bidawîkirin.   Ji bo Gulîstan Doku ya ku di 5'ê Çileyê de hat windakirin û 226 roj e agahî jê nayê girtin di 5'ê Tebaxê de gola bendava Uzunçayirê hatibû valakirin. Lêgerîna li nava Avê ya ku berî bi 13 rojan hatibû destpêkirin îro hat bidawîkirin.