Leyla Guven: Divê têkoşîna qada kedê û siyasî bibe yek 2020-08-18 15:06:26   STENBOLÊ - Şandeya ku ji KCD Û DBP’ê, pêk tê çûn serdana DÎSK’ê. Di serdanê de Leyla Guven axivî û got: "Desthilata AKP’ê her ku çûye zextên xwe zêde kiriye. Ji bo demokrasiyê divê têkoşîna qada kedê û siyasî bibe yek.”   Hevseroka Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, serdanên xwe yên Stenbolê yên ji bo piştgiriya  “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” a HDP’ê didomînin. Heyetê îro destpêkê çûn serdana Kofedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK). Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Îdîl Ûgûrlû, Hevberdevka HDK’ê ya Stenbolê Gûrbet Aydogan, Hevserokê HDP’a Stenbolê Erdal Avci jî tevlî serdanê bûn.     Di serdanê de hevseroka KCD’ê Leyla Guven axivî û diyar kir ku her çiqas bi awayekî fîzîkî ne li cem hevbin jî têkoşîna ber bi heman cihê ve diherike û wiha got: “Armanca van têkoşîna Tirkiyeke demokratîk û Kurdistana azad ku kurd karibin xwe têde azad bînin ziman e. Bi salan e em ji bo vê têkoşîn didin. Desthilata AKP’ê her ku diçe zextên xwe zêdetir dike. Ji bo demokratkirina pergalê divê têkoşîna kedê û siyasî bibe yek.”    Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû jî diyar kir ku armanca wan yekbûna têkoşîna kedê û têkoşîna demokrasiyê ye û ev tişt anî ziman: “Li cihê ku demokrasi tunebe mafên karkeran tunene. Demokrasî nanê karkeran e. Di pêvajoya pandemiyê de jî derket holê ku desthilat karkeran naparêze. Em hemû ji zextên desthilatê bi bandor dibin. Di vê pêvajoyê de divê têkoşîna demokrasiyê bê mezinkirin.”   Şande ji vir derbasî Rojnameya Agosê bû û bi Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Yetvart Danzîkyan re hevdîtineke kir. Piştî serdana xwe ya li vir şande derbasî avahiya HDP’ê ya Stenbolê bû. Tê payîn ku heyet serdana Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan (TMMOB) jî bike.