'Li Amedê 430 kedkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin' 2020-08-18 14:49:58   AMED - Seroka Şaxa SES'ê ya Amedê Yildiz Okorak, da zanîn ku heta niha 430 kedkarên tenduristiyê bi şewba vîrûsa koronayê ketine û got: "Ekîpmanên parastinê bê qalîte ne û kedkarên tenduristiyê nayên parastin."    Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Amedê kedkarê tenduristiyê Abdulhalik Gunduz ê bi vîrûsa koronayê (covid-19) jiyana xwe ji dest da bibîr anî. Seroka Şaxa SES'ê ya Amedê Yildiz Okorak, diyar kir ku heta niha 430 kedkarên tenduristiyê bi şewba vîrûsa koronayê ketine.    Yildiz, anî ziman ku ekîpmanên parastinê bê qalîte ne û kedkarên tenduristiyê nayên parastin û wiha got: "Beriya pêvajoya 1'ê hezîranê 90 kedkarên tenduristiyê bi şewba vîrûsê ketibûn. Lê piştî 1'ê hezîranê hêjmar 430 kesan. Kedkarên tenduristiyê baş nayên parastin. Ji ber ekipmanên parastinê têr nakin kedkar bi şewbê dikevin. Wezareta Tenduristiyê daneyên rastî ji gel vedişêre. Ev yek dibe sedem ku civak asayî û rehet tev bigere. Her ku şewb zêde dibe karê kedkarên tenduristiyê jî zêde dibe. Ji ber vê yekê bêtir bi nexweşan re dikevin temasê. Hem kar zêde dibe, hem ekîpmanên parastinê bê qalîte ne. Hêjmara kedkarên tenduristiyê yên bi vîrûsê ketin piştî 1'ê hezîranê ji 90 kesan derket 430 kesan. Sedema vê yekê ne ku mirov zêde derketin kolanê ye. Sedema vê yekê parastinek baş nehatiye kirin û kedkarên tenduristiyê bêtir bi nexweşan re ketiye temasê. Malzeme bê qalîte ne. "