HDP wê 'çalakiyên zincîrên aştiyê' pêk bîne 2020-08-18 12:55:17   ENQERE – Wê HDP gava sêyemîn a “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” bi dirûşma “Em hemû bi hev re li vîna xwe xwedî derdikevin” li Mêrdîn û Stenbolê bide destpêkirin. Wê kampanya, bi “çalakiya zîncîrên aştiyê” ku roja 1’ê Îlonê bên lidarxistin, bi dawî bibe.    Wê HDP’ê sibê starta gava sêyemîn a “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” li Mêrdîn û Stenbolê bide. HDP ku di gava yekemîn a bernameyê de “meşên demokrasiyê” û di gava duyemîn de jî “hevdîtinên demokrasiyê” pêk anî, wê di gava seyemîn de bernameya xwe ya têkoşîna demokratîk bi dawî bike.    Di destpêkê de wê daxuyanî bê dayîn   Dûrişmeya gava sêyemîn a kampanyayê weke “Tev bi hev re li dijî şer aştî, li dijî tecrîdê azadî” hat diyarkirin. Wê gava sêyemîn, li Stenbolê Hevseroka Giştî Pervîn Bûldan û li Mêrdînê jî Hevserokê Giştî Mîthat Sancar, bi daxuyaniyên ku bi şîara ““Em hemû bi hev re li vîna xwe xwedî derdikevin” bidin, dest pê bike. Wê di daxuyaniyan de raporên “derbeyên” qeyûman ên li dijî nasnameya kurdan û jinan bên parvekirin.    Hevdîtina gel û serdana esnafan wê bê kirin   Di çaroveya kampanyayê de wê di navbera 20 û 28’ê tebaxê de bi beşdariya hevserokên giştî li Dîlok, Agirî, Mûş, Mûgla, Manîsayê hevdîtinên gel û serdanên esnafan pêk bên.   Her wiha wê heyetên HDP’ê di navbera 15 û 17’ê tebaxê de li bajarên herêmê û rojava bi dûrişmeya “Tev bi hev re li dijî şer aştî, li dijî tecrîdê azadî” serdanên rêxistinên sivîl û saziyan bikin.     Çalakiyên zincîra aştiyê    Wê deklerasyona encama têkoşîna bernameya 3 mehan jî di 31’ê tebaxê de bi raya giştî re bê parvekirin. Di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de jî fînala kampanyayê pêk bê. Di 1’ê Îlonê de jî wê li Stenbol, Amed, Edene, Antalya, Riha, Wan, Enqere û Îzmîrê  “çalakiyên zîncîrên aştiyê” bên kirin.