Î.E. ya bi tecawizê re rûbirû ma jiyana xwe ji dest da 2020-08-18 12:45:01   ÊLIH - Î.E. ya ji aliyê çawîşê pispor Musa Orhan ve tecawizî wê hat kirin jiyana xwe ji dest da.   Li navçeya Qubînê ya Êlihê  di 16'ê Tîrmehê de derketibû holê ku jina bi navê Î.E. (18) hewl daye întîxar bike û piştî ku bi birîndarî rakiribûn nexweşxaneyê hatibû aşkerakirin ku ji aliyê çawîşê pispor Musa Orhan ve tecawizî wê hatiye kirin. Î.E. ya ku li nexwşxaneyê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.