'Xerakirina xwezaya Efrînê xerakirina jiyanê ye' 2020-08-18 09:01:08   Lîlav Elî    ŞEHBA - Şêwermenda Hiqûqî ya Rêxistina Mafê Mirovan li Herêma Efrînê Roşîn Şêxo, bal kişand ser kiryarên li hemberî civak û xwezayê û got: "Çeteyên li heremê bi her awayî destdirêjiyê li hemberî mirovan û xwezayê dike. Aliyek keda civakê talan dike û aliyek jî darên zeytûnan dişewitîne."   Dewleta tirk û komên girêdayî wê ligel binpêkirina mafê mirovan û cihên dîrokî xiradike û xwezayê talandikin. Hezaran darên zeytûnên li Efrînê hatin jêkirin û hatin şewitandin. Li gor belgeyên Rêxistina Mafên Mirovan heya niha 268 hezar û 300 darên zeytûnê hatin şewtandin û 11 hezar dar jî hatine jêkirin. Têkildarî mijarê Şêwirmenda Hiqûqî ya Rêxistina Mafê Mirovan li Herêma Efrînê Roşîn Şêxo axivî.    Roşîn di destpêka axaftina xwe de ser kiryarên dewleta tirk axivî û got: “Dewleta tirk bi armanca ku dîroka xwe ya reş zindî bike, êrîşî her deverê dike. Dijminatiya di derheqê xweza û dîroka Efrînê de bi rengekî eşkere tê kirin. Li kêleka wê jî mirov tên qetîlkirin û revandin. Heya niha bi hezaran darên zeytûna hatine jêkirin û şewtandin, ev yek dide diyarkirin ku kîna dewleta tirk li hember dîrok û civakan çiqas mezin e.”    'Şewtandin û destdirêjiya ser xwezayê sûc e'    Roşîn, balkişand ser destdirêjiya li hemberî şêniyên Efrînê û wiha axivî: “Dewleta tirk bi rêya komên çeteyên girêdayi xwe kiryarên dijmirovî derheqê şêniyan de pêk tînin. Her wiha rewşa şêniyên li Efrînê gelek xerab e. Her roj daristan û zeviyên şêniyan tê şewidandin û keda şêniyan talan dikin. Şewtandin û destdirêjiya ser xwezayê sûceke û divê berpirsyarên wê bên cezakirin.”   'Em bi tundî kiryaran şermezar kirin'    Roşîn di dawiya nirxandina xwe de ev tişt got: “Li gor belgeyên ku Rêxistina Mafê Mirovan bi dest xistiye heya niha 11 hezar darên zeytûna hatine jêkirin. Bi qasî 12 hezar donim erd jî hatin şewtandin. Em bi tundî van kiryaran şemezardikin û bang li rêxstinên mirovan dikin ku rê li ber van kiryaran bigrin. Xerakirina xwezaya Efrînê xerakirina jiyanê ye.”