ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2020'AN 2020-08-18 09:00:00   *Şêwermenda Hiqûqî ya Rêxistina Mafê Mirovan li Herêma Efrînê Roşîn Şêxo, bal kişand ser kiryarên li hemberî civak û xwezayê û got: "Çeteyên li heremê bi her awayî destdirêjiyê li hemberî mirovan û xwezayê dike. Aliyek keda civakê talan dike û aliyek jî darên zeytûnan dişewitîne." BI DÎMEN    * Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Macîde Hesûn diyar kir ku li herêmê polîtîkayên qirkirinê bi her awayî tê meşandin û got: "Niha dewleta dagirker hejmareke mezin çeteyan derbasî herêman dike û perwerde dike. Ev çete jî sûcên dijmirovahiyê pêk tînin." BI DÎMEN    * Rojên borî navçeya Zirganê hat topebaran kirin û kesek jiyana xwe ji dest da. Şêniyên li Zirganê gotin: "Aliyek virûsa koronayê û aliyek jî êrîş hene em nizanin em ê xwe ji kijanê biparêz in?" BI DÎMEN    *Hêza Hesen a ku yekemîn jina li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şîrketa barkirinê ya navnetewî vekiriye wiha dibêje: "Şoreşa Rojavayê Kurdistanê gelek derfet dan jinan ku xwe pêş bixin. Loma min xwest ku ez di vê xebatê de cih bigrim û rengê jinê li qada bazirganiyê jî diyar bikim." DÎMEN HEYE   *Şêniyên li Amedê bal kişandin ser polîtîka û nêzikatiya gel a li hemberî zimanê dayikê û gotin: "Her roja ku derbas dibe axaftina bi kurdî di nava civakê de kêm dibe. Hem zext û hem jî nêzîkatiya malbatan rê li ber pêşketina ziman digire. Ji bo parastina ziman divê di her qada jiyanê de kurdî bê axaftin." BI DÎMEN    *Parêzera OHD'yî Sabahat Gençtarîh ji bo parêzer Ebru Tîmtîk û Aytaç Unsal ên ji bo darizandineke adîl ketin rojiya mirinê banga hestiyariyê kirir got, "Şertên nexweşxaneyê ji yên girtîgehê xirabtirin. Hevalên me terkî mirinê hatine kirin." DÎMEN  HEYE   *Hevşaredara Seravê Caziye Duman ku qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin saleke piştî qeyûman nirxand û got, "Tirsa AKP'ê ya herî mezin şaredariyên ku gel esas digirin e." Hevşaredara Tuşbayê Ayşe Mînaz jî got, "Di kesayeta me de li dijî îradeya gel darbe hat kirin. Me dît ku çavkaniyên cemaweriyê çawa hatin bikaranîn."