Sozdar Ehmed: Qutkirina avê sûc e 2020-08-17 14:17:12   Ronîda Hacî   HESEKÊ - Hevseroka Navenda Avê ya Kantona Hesekê Sozdar Ehmed da zanîn ku di rewşeke herî hesas de ava Kantona Hesekê hat qutkirin û got: "Qutkirina avê sûc e û divê rê li ber vê yekê bê girtin.”   Di 9’ê cotmehê de dewleta tirk êrîşî Serêkaniyê û Girê Spî kir. Di encamê de stasyona Elok a ku avê dide Kantona Hesekê û gundewarên wê hatin dagirkirin. Kiryarên li hemberî herêmê tu carî bi dawî nabin. Herî dawiyê avê ser Kantona Hesekê qut kirin û şêniyên li vir dijîn mi xetereyên mezin re rûbirû hiştin. Têkildarî vê yekê Hevseroka Navenda Avê ya Kantona Hesekê Sozdar Ehmed axivî. ‘   Sozdar diyar kir ku ev cara 8’emîn e dewleta tirk avê li ser şêniyên Kantona Hesekê qut dike û wiha pê de çû: "Di nav rewşên hesas de dewleta tirk avê li ser şêniyên Kantona Hesekê qut dike. Her kes dizane ku li herêmê rewşa belavbûna vîrûsa koronayê heye, ji bo ku gel bikaribe paqijiya xwe bike û xwe ji vîrûsê biparêze pêwistiya avê heye. Ev 4 roj in dewleta tirk av li ser kantona Hesekê girtiye, gel di irîzeke xeter re derbas dibe.”   'Pêwist e êdî rê li ber kiryaran bê girtin'    Sozdar bal kişand li ser bêdengiya dewletên navnetewî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dewletên navnetewî li hemberî qirkirin û komkujiyên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bêdeng man. Îro jî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di pêvajoyeke pir hesas de derbas dibin. Pêvajoya ku pêwist e her kes li dijî vîrûsê tedbîr bigire heye. Lê di rewşeke wisa de avê li ser Kantona Hesekê qut kirin. Pêwist e rêxistinên mafê mirovan rê li ber van kiryaran bigirin.”   ‘Qutkirina avê sûc e'    Sozdar wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo ku em bikaribin rê li ber krîza avê heya astekê bigrin, em depoyên avê li gel belav dikin. Em bi hêvîne gelê me jî bibe alîkar û malbatên ku bîrên wan yê avê hebe alîkariya mirovên din bikin. Da ku em bi hev re vê krîzê derbas bikin.”