'Ligel belavbûna vîrûsê tecrîd jî tê girankirin' 2020-08-17 09:05:09   Hesna Mihemed    ŞEHBA - Jinên Efrînê yên li Kantona Şehbayê dijîn da zanîn ku divê civaka navnetewî li hemberî girtiyên siyasî û Îmraliyê bêdeng nebin û gotin: "Ji ber belavbûna vîrûsa koronayê rewşa girtiyên li Tirkiyeyê û Îmraliyê di xeterê de ye. Divê malbat û parêzer demildest biçin Îmraliyê."    Tedbîrên ku li dijî belavbûna vîrûsa koronayê li tevahiya cîhanê hatibûn girtin hatin rakirin. Piştî rakirina tedbîran li seranserê cîhanê tabloyeke xeternak derket holê. Di destpêka pêvajoya pêvajoya vîrûsê heta niha li girtîgehan bi taybetî jî li girtîgehên Tirkiyeyê şert û mercên girtiyan nehatin sererast kirin. Tevî ku vîrûsa koronayê weke xeteriyekê tê pênasekirin, Tirkiyeyê pîvan û biryarên navnetewî pêk neanî. Her roja ku derbas dibe ji bo girtiyan rewş dikeve nave xeterê ye. Her wiha rewşa li Îmraliyê jî xetereyekî mezin e û tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome.   Têkildarî mijarê Jinên Herêma Efrînê yên ku li Kantona Şehbayê dimînin nêrîna xwe bi me re parve kirin.    'Tevî metirsiya vîrûsê tecrîd di zîndanan de giran dibe'   Zeyneb Mihemed di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Bi belavbûna vîrûsa koronayê re rewşa tenduristiya Rêber Apo di metirsiyê de ne. Ev demeke dirêje hevdîtin bi Rêber Apo re pêk nayê. Tu agahiyên me derbarê rewşa wî ya tenduristiyê de tune ye. Bi belavbûna vîrûsa koronayê re em jî ji rewşa Rêber Apo û hemû girtiyên din bi fikar in."   'Divê malbat û parêzer biçin hevdîtinê'   Emîne Xelîl diyar kir ku bêdengiya li hemberî tecrîdê nayê qebûlkirin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Rêber Apo li dijî tecrîda li hemberî xwe têdikoşe. Dewleta tirk li gorî pîvan û biryarên civaka navnetewî tevnagere û mafên girtiyên siyasî binpê dike. Her wiha her ku diçe tecrîda li hemberî Rêber Apo giran dike. Li dijî vîrûsê li girtîgehan tedbîr nehatin girtin û li girtîgehan rewş nebaş e. Divê civaka navnetewî li hemberê Îmraliyê û girtîgehên din bêdengiya xwe xirab bike. Divê malbat û parêzer biçin Îmraliyê."   'Têkoşîn erka me ye'    Nebîhe Şêx Elî jî da zanîn ku bi tecrîdê dixwazin civakê bêrêxistin bikin û wiha axivî: "Yek ji armancên vê tecrîda girankirî ew e ku civaka me bê rêxistin bihêlin. Mirovên me bê deng bikin û dîsa careke din ser serê wan bibin serwer. Em êdî vê yekê qebûl nakin, ji ber felsefeya ku mêjiyê me kir xwedî zanis, îro tu hêz nikare tune bike. Ji bo Rêber Apo wê her tim têkoşîn û berxwedan erka me be.”