Şandeya KCD û DBP'ê çûn serdana malbata Gulistanê 2020-08-16 17:13:18   DÊRSIM - Şandeya KCD'ê û DBP'ê li Dêrsimê bi xwişka Gulistan Doku Aygul re hevdîtin pêk anîn û agahiyên dawiyê girtin. Piştî serdanê dawî li bernameya xwe ya li Dêrsimê anîn.    Şandeya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Dêrsimê bi şîara “Em ê bi hev re xwe bi rêxistin bikin û bi hev re bi hêz bibin" ziyaretên xwe berdewam dikin. Xebat di çarçoveya "Bernameya Têkoşîna Demokratîk" tên kirin. Di çarçoveya serdanan de şande çû serdana malbata Gulistan Doku ye jî.    Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz,  hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, parlamenterên HDP'ê, rêveberiya HDP'ê ya Dêrsimê di nava şandeyê de cih girtin û bi xwişka Gulistan Aygul re hevdîtin pêk anîn. Aygul derbarê xebatên ku tên kirin de agahî da şandeyê.