Cenazeyê 2 zarokên di avê de xeniqîn hatin dîtin 2020-08-16 14:04:26   QERS - Cenazeyê 2 zarokên di Çemê Qersê xeniqîn hatin dîtin. Cenazeyê du zarokan ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Qersê.   Du hevalên hev Omercan D. 16 salî û Ozan G. ê 14 salî di saetên nîvro yên duh de ji bo xwe hînik bikin ketin Çemê Qersê yê li gundê Cumhuriyetê yê Qersê. Piştî demekê zarok ber avê ketin û winda bûn. Li ser agahî dayînê, ekîbên eskerî, agirkûj û AFAD'ê hatin cihê bûyer û dest bi xebata lêgerînê kirin. Ekîban, cenazeyê her du zarokan saet 08.00'ê sibehê dîtin. Cenazeyê du zarokên ji avê hatin derxistin, ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Qersê.