Ciwanên Başûrî 50 hezar îmze kom kirin 2020-08-16 14:02:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer li Herêma Federal a Kurdistanê ji bo derxistina baregehên Tirkiyeyê 50 hezar îmze kom kirin û dê îmzeyên xwe radestî parlamentoya Herema Kurdistinê, Iraqê û Neteweyên Yekbûyî bikin.    Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer (JCT) ji bo derxistina baregehên Tirkiyeyê yên li Herêma Federal a Kurdistanê di 5'ê tîrmehê de dest bi kampanya îmzeyê kiribû. JCT'ê encamên kampanyaya xwe ji raya giştî re parve kir. JCT'ê  li Parka Azadî ya bajarê Silêmaniyê daxuyanî. Li ser navê rêxistinê Bêrîtan Zagros, daxuyanî xwend.    Bêrîtan diyar kir ku ji bo ku Tirkiye ji Herêma Federal a Kurdistanê derkeve tevî metirsiyên şewba virûsa korona (Covid-19) jî, 50 hezar îmze kom kirine. Bêrîtan wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di dema komkirina îmzeyan de gelek caran astengî û pirsgirêk ji endamên me re dihatin derxistin. Bi taybet li Dukan û Helebce. Me kampanyaya xwe bi dawî kir. 50 hezar îmzeyên ku hatine komkirin wê radestî her du parlamentoyên Herêma Kurdistan û Iraqê her wiha Netewên Yekbûyî were kirin. Dagirkeriya Tirkiyeyê  li ser Başûrê Kurdistanê berdewam bike, ew ê xebat û têkoşîna xwe li hemû bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê berdewam bikin."