Kampa Serêkaniyê dê 20'ê tebaxê pêşwaziya koçberan bike 2020-08-16 12:54:50   HESEKÊ - Desteya Kar û barê Civakî bi daxuyaniyekî vekirina 'Kampa Serêkaniyê' ragihand û gotin: "Li ser daxwaza koçberan navê kampê kirin 'Kampa Serêkaniyê'. Her wiha em bang li rêxistinên mirovî dikin ku koçberan paşguh nekin."    Rêveberiya Xweser, li Rojhilatê bajarê Hesekê 'Kampa Serêkaniyê' ava kirin. Îro Desteya Kar û Barê Civakî bi daxuyaniyekî vekirina kampa Serêkaniyê ragihand. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Desteya Kar û Barê Civakî a Herêma Cizîrê Welîde Botî ve hat xwendin.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di 9’ê cotmehê de dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê êrîşî serêkaniyê kir. Di encamê de nêzî 300 hezar sivîl neçarî koçberiyê bû. Rêveberiya Xweser dibistanên Hesekê kir navenda bi cih kirina koçberan. Ev bû sedema ku di aliyê perwerdehiyê de zextek mezin li ser dibistanên din çêbibe û her sê astên perwerde yê seretayî, navîn û amadehî li sê beşan di heman dibistanê de dihate dayîn. Di aliyekî din de Rêvberiya Xweser Kampa Waşûkanî da avakirin niha zêdetirî 12 hezar koçber lê dijîn, ji bo bicihkirina tevahî koçberan cih têde nema.    Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê beriya despêkirina sala perwerde ya nû Rêveberiya Xweser li Rojhilatê bajarê Hesekê kampek nû ji koçberan re vekirin. Erdê kampê 600 donim e û tê de 2 hezar û 660 kon hatin vedan, ku ji wan hezar û 620 konên ferdî ne û hezar û 40 kon jî yên komî ne. Li kampê jî av û ceyran heye û erda wê jî çementokirî ye.   Li ser daxwazê koçberan me navê kampê kir 'Kampa Serêkaniyê' hemû derfetên heyî em ê têxin bin xizmeta koçberan. Em bang li rêxistinên mirovî dikin ku bi wicdanî kar û xebatê xwe bikin û koçberan paşguh nekin."   Li gorî agahiyan dê ji 20’ê heyvê kampa Serêkaniyê pêşwaziya koçberan bike.