Li Rojava 22 kesên din bi vîrûsa koronayê ketin 2020-08-16 09:48:20   QAMIŞLO - Desteya Tenduristiyê ya li Bakur û Rojhlatê Sûriyeyê ragihand ku îro 22 kesên din li herêmê bi vîrûsa koronayê ketin, hêjmara giştî gihaşte 204 kesî.   Hevserokê Desteya Tenduristî Ciwan Mistefa diyar kir ku îro di saetên sibehê de 22 rewşên di yên vîrûsa koronayê li herêmê derketine, du kes ji wan jî jiyana xwe ji dest daye û mirovên temen mezin in. Kesên ku bi vîrûsê ketine wiha ne: 5 kes li Hesekê, 7 kes li Qamişlo, 4 kes li Dêrikê, yek kes li Rimêlanê û 5 kes jî li Şehbayê vîrûs wergirtine.    Mistefa da zanîn ku hêjmara giştî ya nexweşan gihaştiye 204 ji wan 21 kes rewşa wan baş bûye û 12 jî jiyanan xwe ji dest dane.