'Sîstema tecrîdê li ser girtiyên di karantînayê de ne tê ferzkirin' 2020-08-16 09:06:11   AMED - Parêzera TUAYDER'ê Aslihan Bulut anî ziman ku binpêkirina mafan li girtîgehan dewam dikin û wiha got:"Niha pirsgirêkên ku hene veguhertine îşkenceyê. Ji ber ku li hevdîtinê tê guhdarkirin girtî nikarin zextên li wan tên kirin bînin ziman. Sîstema tecrîdê li ser girtiyên di karantînayê de ne tê ferzkirin."    Ji ber Vîrusa Koronayê binpêkirina mafan a li zindanan jî her ku diçe zêdetir dibe. Her roj girtîgeh bi binpêkirineke nû ya mafan tê rojevê. Girtiyên nexweş nayên tedawîkirin û di bin zextan de ne. Ji bo girtiyên testa wan a Vîrusa Koronayê pozîtîf derdikeve tu tedbîr nayê girtin.     Parêzera TUAYDER'ê Aslihan Bulut têkildarî binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan de nirxandin kir.    'Mafên wan ên bingehîn ji destên wan tên girtin'   Aslihanê wiha got:"Pirsgirêkên li girtîgehan veguhertiye îşkenceyê. Dema girtî diçin nexweşxaneyê piştre 14 rojî di bin karantînayê de dimînin lê belê di hucreya yekkesî de tên hiştin. Tenê rojê saetekê derdikevin û hewayê digirin. Pirtûkan nikarin bigirin û nikarin bi telefonê biaxivin. "   'Di bin navê tedbîrê de gelek binpêkirina mafan tê kirin'   Aslihanê bi bîr xist ku li 2'yemîn Girtîgeha Ewlehiyê ya Bilind ya Xarpêtê girtiyan lêdan xwarine û wiha got:"Li Girtîgeha Xarpêtê pêdiviya girtiyan a kincan nayê bicihanînin. Lêgerîna koguşan tevî talûkeya vîrusê dewam dike. Di bin navê tedbîrê de gelek binpêkirina mafan tê kirin."   'Ji bo pansûmanê alavên hewce ye nadin'   Aslihanê têkildarî girtiyên nexweş wiha got:"Semire Direkçî ya li Girtîeha Girtî ya Jinê ya Amedê tê hiştin roviyên wêli derve ne. Ev tenê yek jê ye. Bi alîkariya hevalên wê yên koguşê rojê 3 carî pansûman tê kirin. Îdareya girtîgehê pir hindik pembo dide. Ji bo pansûmanê alavên hewce ye nadin."   'Ji ber girtiyên siyasî ne nayên tehliyekirin'   Aslihanê wiha dewam kir:"Gelek girtî tevî raporan wan a nikarin li girtîgehê bimînin ji ber girtiyên siyasî ne nayên tehliyekirin. Me ji bo binpêkirina mafan serî li CPT'yê da û me wekî pêşniyazname da meclîsê. Em hewil didin wiha di rojevê de bihêlin. Her wiha axaftina hevdîtina girtiyan jî ji aliyê îdareya girtîgehê ve tê guhdarkirin"   'Girtîgeh pêşketina zarokan asteng dike'   Aslihanê wiha got:"Li Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Amedê li odeyekê 3 zarok dimînin. Yek ji vana Omedya ye ew jî hîn deh rokî bû bi diya xwe Eylem Oyunlu ket girtîgehê. Ji zarokên di jî yek 2 yek jî 5 û nîv salî ye. Dema dayik biçin nexweşxaneyê divê bi zarokên xwe re 14 rojî di bin karantînayê de bimînin. Girtîgeh hem di warê pêşketin hem jî di warê derûniyê de bandoreke neyînî li zarokan dike. Girtîgeh pêşketina zarokan asteng dike."   'Karantîna veguhertina tecrîdê'   Aslihanê herî dawî wiha got:"Girtiyên nû dema di bin karantînayê de dimînin tu pêdiviyên wan bi cih nayê. Girtî li erdê xwarinê dixwin. Girtî bi rêbaza tecrîdê tenê tên hiştin. Karantîna veguhertina tecrîdê."