'Dixwazin li Dêrazorê nakokiyan di navbera kurd û ereban de ava bikin' 2020-08-16 09:05:16   Berçem Cûdî   KOBANÊ - Endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star a Herêma Firatê Felek Yûsif, derbarê bûyerên ku li Dêrezorê diqewimin nêrîna xwe anî ziman û wiha got: "Dewleta Tirk û Rêjîma BAAS'ê dixwazin nakokiyan di navbera kurd û ereban de derbixin. Divê em li hember vê yekê têkoşîn bikin û bi lîstokên wan neyên xapandin."    Di vê dema dawiyê de dewleta tirk bi hevkariya Rêjîma BAAS'ê rûspiyên êlên Dêrezorê  yên ereb û kesayetên navdar hedef digirin. Bi armanca derxistina nakokiyan a di navbera kurd û ereban de van kiryarên qirêj didin meşandin. Dixwazin ku bi rêbazên nû êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin û kiriyarên xwe têxin stûyê QSD'ê. Êdî ev yek eşkere bû û gelê herêmê jî ji van kiryaran re hişyar in. Têkildarî mijarê Endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star a Herêma Firatê Felek Yûsif bi rêya gotibêjê ji me re nirxandin kir.    Êrîşên ser rûsipên ereban di bingeha xwe de çi armanc digire?    Dema ku li Rojavayê Kurdistanê şoreşê dest pê kir, me xeta sêyemîn ji bo xwe hilbijart. Bi armanca ku em ne alîgirên Rêjîma BAAS'ê bûn û ne jî alîgirên hêzên opozisyonê bûn.  Tenê armanca me parastin û rêxistinkirina civakê bû. Roj bi roj şoreşa me mezin û berfirehtir bû û li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bû. Loma hemû pêkhateyên ku li ser vê xakê dijîn projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser hilbijartin. Her kes hebûn û nasnameya xwe di nava vê projeyê de dibîne, bi ziman û çanda xwe tev digere. Projeya me ya bi bandor bala gelek hêzan kişand ku bû armanca êrîşên wan. Destpêkê dewleta tirk bi riya rêxistinkirina DAIŞ'ê êrîşî bajarên me kir. Projeya me li gor pergala dewletên desthilatdar weke xeteriyê ji xwe re dibînin.  Ji ber  pergala dewletê tunekirina mirovan ji xwe re bingeh digire.   Çima vê carê êrîşên bi rêbazên fitneyê a di navbera netewan de hatin hilbijartin?    Kurd, Ereb, Sûryan, Ermen, Asûr, Turkmen û Çerkez, bi gelek bîr û baweriyên cuda hevdu qebûl kirin û jiyana hevbeş hilbijartin. Dema ku me merasîmên pakrewanan çêdikir, hemû pêkhate beşdar dibûn.  Bi vî awayî me nexşeya gelan xêz kir. Piştî binketina hemû hewildanên hilweşîna projeya netewa demokratîk û têkbirina hevgirtina gelan, di vê pêvajoyê de me dît ku polîtîkeya avakirina fitineyan di navbera pêkhateyan de dest pê kir. Li Dêrezorê Rêjîma BAAS'ê bi alîkariya dewleta tirk rûspî û êlên Eşîran yên ereb hedef digire.  Her wiha kesayetên xwedî bandor di civakê de qetil dike û dixwazin vê yekê têxin stûyê QSD'ê.    Bersîva Êlên Dêrazorê  çibû?   Êlên Dêrazorê bi van êrîşan nehatin xapandin.  Bi riya daxuyaniyên fermî piştgiriya xwe ji QSD'ê re teqez kirin. Em netewa demokratîk  weke çareseriya herî serkeftî ji bo aloziya Sûriyeyê dibînin.  Lewma bangawaziya me ji tevahî gelên Sûriyeyê re heye ku destên xwe bidin hev da ku em Sûriyeke demokratîk, ewle û ne navendî ava bikin. Rêjîma Sûriyeyê û dewleta tirk hemû rê û rêbazên êrîşan bi kar tînin da ku pirojeya me têk bibin. Lê em ê rê nedin ku tu kes hevgirtina me xirab bike.    Çima Dêrezor?    Dêrezor navendeke girîng e ku DAÎŞ lê hat tunekirin. Li Dêrezorê hevgirtina gelan tê de hat dîtin. Ji ber ku pilanên dewleta tirk û Rêjîma BAAS'ê li Dêrezorê bi ser neket.  Xala duyemîn ya hilbijartina Dêrezorê ji bo têkbirina projeya netewa demokratîk bû. Di  sala 2004'an de Rêjîma BAAS'ê di navbera Kurdên Qamişlo û Erebên Dêrezorê de fitine ava kir.  Tê de bi dehan ciwanan jiyana xwe ji dest dan û dijminatî di navbera herdu bajaran de ava kir. Lê bi destpêkirina raperîna Sûriyeyê û şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, me dikarîbû wê dijminatiyê ji holê rabikin û li şûna wê hevgirtin û yekîtiyê ava bikin. Loma ji sala 2004'an heta 2020'an guhertin û veguhertinên gelek mezin çêbûn. Em bi hev re têkoşiyan me saziyên xwe ava kirin û xizmeta civakê kir. Loma dewleta tirk û Rêjîma BAAS'ê nikare bûyerên ku di sala 2004'an de qewimîne careke din dubare bikin.