'Tecrîda li ser Abdullah Ocalan temenê qeyrana Rojhilata Navîn dirêj dike' 2020-08-16 09:03:11   Ronîda Hacî   HESEKÊ - Endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star a kampa Waşûkanî Koçer Hisên diyar kir ku pêşkêşkirina pirojeya netewa demokratîk li Rojhilata Navîn ku xwe dispêre fikirê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, dê hemû astengiyên li pêşiya civaka Rojhilata Navîn çareser bike.   Tevî ku niha hemû cîhan li dijî Vîrusa Koronayê li berxwe dide lê dewleta tirk li dijî Gelê Kurd şerê xwe yê taybet dîsa dide meşandin. Li Tirkiyeyê û bi taybet li girtîgehan jî virus belav bûye. Dewleta tirk li ser rewşa tenduristiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tu agahî parve nake û rê nade malbat û parêzeran ku hevdîtinê pê re bikin. Têkildarî mijarê Endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star a kampa Waşûkanî Koçer Hisên ji ajansa me re nirxandin kir.    'Pergela hegemon, şerê li dijî demokrasiyê dike'   Koçerê destnîşan kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwedî fikirekî demokratîk e û wiha pê de çû: "Fikirê Rêbertî li dijî zagonên hegemoniya baviksalarî ye. Pergalên hegemon li herêmên Rojhilata Navîn şerê li dijî demokrasiyê û jiyana hevbeş dike. Rêber Apo herî dawî banga dîtina çareseriyan û avakirina sîstemek adil li herêmên Rojhilata Navîn dike. Lê sîstemên hegemon pêşniyarên Rêber Apo red dikin ji ber ku ne li gorî berjewendiyên hişmendiya yekzimanî ye."   'Siyaset û tecrîda li ser Rêber Apo  Gelê Kurd dike hedef'   Koçerê di dewama axaftina xwe de balkişand ser êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê her wiha Bakûrê Kurdistanê û wiha domand: "Her kes armanca dewleta tirk baş dizane. Ew ne tenê partiyekê yan jî êlekê yan jî beşeke Kurdistanê hedef digire, dixwaze tevahî kurdan qir bike. Dixwaze demografiya herêmê biguhere û xaka Kurdistanê dagir bike. Dewleta tirk dixwaze Rêveberiya Xweser û tecrubeya netewa demokratîk a ku banga jiyana aştiyane û wekheviya gelan dike, têk bibe. Di heman wextê de bi tecrîda li ser Imraliyê dixwaze fikirê Rêbertî tengav bike û belav nebe. Ev hemû siyseteke û Gelê Kurd dike hedef."   'Felsefeya Rêber Apo ji bo me hêz bû'   Koçerê da zanîn ku bi saya fikir û Felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan serhildan li dijî hişmendiya baviksalarî ku civak dabû fetisandin, hatin kirin û wiha axaftina xwe bi lêv kir: "Fikir û felsefeya Rêber Apo şans û ji bo me hêzek mezin bû ku em îro dikarin li dijî feraset û hişmendiya baviksalarî têkoşîn bikin û vê hişmendiyê red bikin. Li beramberî wê jî em sîstemek demokratîk bidin avakirin, xewin û xeyalên dapîr û bapîrên xwe pêk bînin."    'Tecrîda li ser Abdullah Ocalan temenê qeyrana Rojhilata Navîn dirêj dike'   Koçerê  bi belavbûna Vîrusa Koronayê  bang li rêxistinên mafê mirovan kir ku mudaxele bikin da ku agahahiyekê têkildarî tenduristiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bigirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tecrîda li ser Imraliyê temenê qeyrana Rojhilata Navîn zêde, dirêj û kûrtir dike."