Sivîlên Gozeliyê: Em li vir bingor jî bibin, em dernakevin 2020-08-16 09:01:15   Sorgul Şêxo   HESEKÊ - Sivîlên Gundê Gozeliyê di nava xeteriya êrîş, topbaran û gulebaranê de, li hember şerd û mercên zehmet ev 10 meh in li berxwe didin û dibêjin em li vir bingor bibin jî, em ji gundê xwe dernakevin.   Bi destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, gelên kurd, ereb, aşûr, suryan û ermen li gorî rastiya şerê gelê şerker û şoreşgerî xwe birêxistin kirin û bi rêve birin. Li dijî hemî hêzên terorîst Cebhet El-Nusra, DAIŞ û îro dewleta tirk li ber xwe didin û bi vê berxwedanê banga jiyaneke aram, wekhev û azad dikin. Ruxmî vê jî gel bi hemî derfetên xwe yên kêm, di gundên ku di xeta agir de ne ango şer de ne li ber xwe didin.   Mînaka wê jî gundê Gozeliyê ye ku bi çend metreyan dikeve Başûrê rêya M4 û bi 13 km Rojavayî navçeya Til Temirê dikeve. 10 meh in gel li berxwe didin û ji berhemên axa xwe debara xwe dikin. Da ku em bêtir jiyana wan nas bikin, em li gund geriyan û ji dayik û zarokan rewş bi tevahî nas kir.    Esma Ehmed ji gundê Şibliyê ye, lê ji ber kiryarên komên girêdayî dewleta tirk neçar maye bireve û niha li Gozeliyê dijî.   'Çete wekî parsekan xwarin û pereyan ji nava sivîlan kom dikin'   Esmayê derbarê kiryarên li dijî sivîlan ev tişt got: "Dema ku çete ketin gundê me her şev dema ku her kes razayî bû gule berdidan û jiyana sivîlên ku li gund mabûn jî roj bi roj xetertir dibû. Li nava sivîlan wekî parsekan li xwarin û pereyan digeriyan û yên ku nedana jî ew bi çek û kuştinê tehdît dikirin. Rewş pir tevhlîhev e, şevek bê top û gulebaran an jî tirs em derbas nakin. Mala me welatê me ye. Daxwaza me jî ew e ku dagirker ji xaka me derkevin û em dîsa vegerin gund û mala xwe û dîsa deverên hilweşiyayî ava bikin û tê de bijîn."   'Di nava şerd û mercên zehmet de em dijîn'   Fatima Ebid jî ku xaniyê wê ji ber topbarana dewleta tirk rûxiyaye wiha dibêje: "Em di xeta agir de ne, ji ber wê em di aliyê xizmetguzariyê de pir zehmetiyan dikşînin. 5 pezê min hene, ez bi tirs wan diçêrînim û di peydakirina êmê wan de jî zehmetiyan dikşînim, ji ber ku pir buha bûye. Demê ku tipê me namîne, ji neçarî em xwarinê li ser agir çêdikin. Tiştên ku îsal me ji ber dagirkeriyê dît, me di jiyana xwe de nedîtiye. Îsal wekî dojehê di ser me de derbas dibe."   'Ruxmî hilweşînê jî ez ê li bin siya mala xwe bijîm'   Şemsa Remezan a ku odeyek ji mala wê jî ji ber topbaranê hilweşiyaye wiha got: "Ruxmî hilweşînê jî ez ê di bin siya mala xwe de bimînin û bijîm. Kurd û Ereb tu ferq û cudahî di navbera wan de tune ye, ji ber wê hewildanê çeteyan a derxistina tevliheviya di navbera me de ew ê vala derkevin. Ji ber nebûna jenetor û mazotê em nikarin baxçe biçînin. Şînkayêya xwe em ji Til Temirê tînin. Em hebûna dewleta tirk û çeteyên wê naxwazin. Qaşo gotin em ê herêmeke ewle çêbikin, lê li gorî tê xuyakirin herêmek ji çeteyên xwe re ava kiriye."