Polîsan çek li serê zarokê 12 salî asê kirin 2020-08-15 13:17:54   AYDIN - Polisan, serê sibehê bi ser mala Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Ortakları Tekîn Erîklî de girtin û ew binçav kirin. Di dema binçavkirinê de polisan çek serê zarokê 12 salî asê kir yê Erîkliyê kir.    Polisan, serê sibehê bi ser mala Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Ortaklarê ya Aydinê Tekîn Erîklî de girtin. Polisan, di serdegirtinê de Tekîn binçav kir. Hat hînbûn ku Tekîn  ji ber parvekirinên xwe yên li ser medya civakî hatiye binçavkirin û di dema binçavkirinê polisan serê zarokê 12 salî yê S.E. yê Tekîn asê kirin. Dîsa hat hînbûn ku dema hevjîna Tekîn  Gulîzar Erîklî bertek nîşanî polisên ku çek kirine serê zarokê wê daye polisan jê re gotiye dixwazin zêde zorê nedin şansa xwe.