2 xwişk û birayên ku li Farqînê winda bûbûn hatin dîtin 2020-08-15 13:15:36   AMED - 2 xwişk û birayên hev ên malbata Haddûr a ji Sûriyeyê ku li Navçeya Farqînê 3 roj in winda bûbûn îro hatin dîtin   2 zarokên malbata Haddûr a Sûriyeyî ya li Taxa Mergewaş a navçeya Farqînê ya Amedê şivantiyê dike, Vahîde ya 12 salî û Hatem ê 10 salî ev 3 roj in winda bûbûn. Hat zanîn ku 2 xwişk û bira li navenda Amedê ji aliyê polîsan ve hat dîtin.