Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Peyman Stenbolê jiyana jinê diparêze 2020-08-15 11:57:05   NAVENA NÛÇEYAN - Platforma Yekîtiya Jinên Kurd anî ziman ku Peymana Stenbolê destkeftiya berxwedana jinê ye û bang kir ku hemû kes li Peymana Stenbolê xwedî derkeve.    Platforma Yekîtiya Jinên Kurd têkildarî nîqaşên vekişandina ji Peymana Stenbolê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku vekişandina dewletê ya ji Peymana Stenbolê di heman demê de tê wateya dewlet destûrê dide mêr ku komkujiya li ser jinê rewa bike.    Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:   "Di sed sala 21’an de li Tirkiyeyê civak û jin rastî qirkirinên dijwar tên. Ev pirsgirêka serdestiya hişmendiya baviksalarî ye. Tevî van êrişan jî dewlet dixwaze ji Peymana Stenbolê vekişe. Paşvekişandina ji Peymana Stenbolê di heman demê de tê wateya ku dewlet destûrê dide mêr ku komkujiya li ser jinê rewa bike. Em weke jinên kurd du car rastî tundiyê tên, ji bo ku hem em kurd in hem jî jin in. Dewleta baviksalarî û malbata baviksalarî nasnameya zayendî û neteweyî li dijî me dikin amûrên êrîşan. Em vê yekê tu caran napejirînin.   Me wekî Platform a Yekîtiya Jinên Kurd bi hemû sazî û dezgehên jinan re li dekarasyona Peymana Stenbolê xwedî derketin. Platforma me dubare bangî hemû rayedar û berpirsiyarên dewletê dike, da ku ji Peymana Stenbolê venekişe û hevpariya sazî û dezgehên jinan bike. Peymana Stenbolê jiyana jinê diparêze, di demên şer û aştiyê de jî derbasdar e.    Peymana Stenbolê herêmî, neteweyî û navneteweyî ye, destkeftiya berxweda jinê  ye, jin jiyan e jiyanê nekuje."