2 sal in nikare birayê xwe yê girtî bibîne 2020-08-15 09:04:32   WAN - Sûna Ceylan du sal in birayê xwe yê girtî Mahsûn nedîtiye. Sûna, diyar kir ku niha tenê bi rêya telefonê hevdîtinê dikin û ji rewşa birayê xwe bi fikar e.    Bi salane li Tirkiyeyê her tim mafên girtiyên siyasî bi rêbazên cuda tên binpêkirin. Rayedar ne guh dan daxwazên girtiyan û ne jî guh dan malbatan. Bi belavbûna vîrûsa koronayê (Covid-19) li girtîgehan fikar zêde bûn. Li gelek girtîgehan li dijî vîrûsê tedbîr nehatin girtin. Ji ber ku gelek girtî hatin sirgunkirin malbat nikarin di pêvajoya pandemiyê de biçin serdana xizmên xwe.    Mahsûn Ceylan li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2 a Xarpêtê girtiyê. Xwişka Mahsûn Sûna Ceylan, destnîşan ku Mahsûn bi êrîşa gardiyanan re rûbirû maye. Sûna wiha behsa rewşa birayê xwe kir: "Di serî ewilde destûr nedan ku girtî sporê bikin û bên cem hev sohbetê bikin. Dest datînin ser pirtûk û tiştên wan ên taybet. Girtîgeha Xarpêtê tiştên ku birayê min li Rîzeyê anî negirtin. Miha em nikarin pirtûk û kovaran jî bişînin. Li girtîgehê zextekî psîkolojîk tê meşandin."   Sûna, destnîşan kir ku 2 sal beriya niha çûye hevdîtina Mahsûn û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Niha tenê em dikarin bi rêya telefonê bi birayê xwe re hevdîtinê bikin. Ev jî 15 rojan carekî 20 deqîqeye. Ji ber ku birayê min cezayê muebetê girtiye, em yek bi yek diçin û wî dibînin û tenê 40 deqîqeye hevdîtin. Em 4 kes diçin hevdîtina vekirî lê em yek bi yek diçin û tenê 5 deqîqeyê wî dibînin. Cihê ku em hevdîtinê pêk tînin jî ne baş in û nahelîn ku em li cem wî jî rûnen."   Sûna, da zanîn ku ji ber rewşa aboriyê tenê salê carekî diçin hevdîtinê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Mahsûn daxwazname da ku bê Wanê lê daxwaza wî hat redkirin. Em jî li şûna ku pere bidin rê ji birayê xwe re dişînin. Ji ber ku mesrefa hatin û çûyîn hevdîtinê gelek zêde ye. Her wiha mesrefên ku li girtîgehan tê perê ceryan û avê jî ji girtiyan distînin. Em nikarin bibînin em gelek meraq jî dikin. Her wiha Qanûna Înfazê derxistin lê girtiyên me derneketin. Lê belê em ê ji bo girtiyên xwe çi ji destê me bê em ê bikin. Em azadî û wekheviyê dixwazin. Em azadiya girtiyên xwe dixwazin."