‘Erka me ye em gel biparêzin’ 2020-08-15 09:03:46   Rûperîn Bekir   ŞEHBA - Hevseroka Desteya Şaredariyên Gel a Herêma Efrînê Melek Hisên da zanîn ku bi derketina Vîrusa Koronayê tevgera wan ji bo tedbîrên parastina gel zêde bûye û wiha got: “Şaredariya Gel ji bo parastina civakê di nava tevgerê de ye. Erka me ye em gelê xwe biparêzin.”     Piştî bidawîbûna pêvajoye yekem a biryara qedexekirina derketina derve ya ji aliyê Rêveberiya Xweser ve rêyên di navbera Heleb û Şehbayê de hatin vekirin. Lê vê yekê encamên neyînî bi xwe re anîn û hişt ku Vîrusa Koronayê li Herêma Şehbayê belav bibe. Bi vê xeteriyê re dîsa careke din Şaredariya Gel li Şehbayê ji bo parastina civakê kete nava liv û tevgerê. Têkildarî mijarê Hevseroka Desteya Şaredariyên Gel a Herêma Efrînê Melek Hisên xebatên şaredariyê nirxand û ji me re parve kir.       ‘Şaredariya Gel ji bo tenduristiya civakê bi erkê xwe radibe’   Melekê di destpêka axaftina xwe de derbarê xebatên Şeredariyên Gel de axivî û wiha pê de çû: “Weke ku tê zanîn Vîrusa Koronayê bi awayekî lez li tevahî cîhanê belav bû. Tevî hewildanên Rêveberiya Xweser û hişyarkirina ji bo ku vîrus derbasî herêmê nebe jî mixabin bi xemsariya hin kesan û paşguhkirina wan a têkildarî van biryaran vîrus bi xwe re derbasî herêmê kirin. Şaredariyên Gel bi erkê xwe yên sereke rabû û dîsa ket nava tevgera parastina civakê ya ji vê xeteriyê. Li gor wê ji bo rêgirtina pêşiya vîrusê biryarên girîng hatin girtin mîna zêdekirina kampanyayên paqijiyê, rakirine çopê ya bi rengekî rojane, dezefenktekirina rêyan, bazaran û hemû erkên ku diveke xizmeta tenduristiya civakê.”        ‘Li kampan kampanyaya dermankirinê zêdetir e’   Melekê diyar kir ku ji bo dermankirin û parastina kampên koçberan li Şehbayê erkên wan zêdetir e û wiha domand: “Ji ber hejmara zêde ya şêniyan a li kampê, xebatên me ji bo kampên koçberan zêdetir e. Di kampan de cihên destşuştin û serşuştinê rojane tên dezefenktekirin. Her roj heftane du caran madeya kilorê li şêniyên kampê tê belavkirin. Komîteyeke kontrolkirina paqijiyê hat avakirin. Erka me ye em gel biparêzin. Em bi hêvî ne gel jî bi me re bibe alîkar, ji bo em rê li ber vê vîrusê bigirin.”