ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2020'AN 2020-08-15 09:00:00   *Ji Rêveberiya Meclîsa Tenduristiyê ya bajarê Helebê Leyla Hesen di derbarê belavbûna Vîrusa Koronayê de da zanîn ku ger belavbûna Vîrusa Koronayê zêdetir bibe wê rê li ber xeteriyên mezin veke û got: "'Rêjîma Sûriyeyê di aliyê tenduristiya civakê de xwe berpirsiyar nabîne. Tehlûkeyeke mezin li pêşiya me ye." DÎMEN HEYE   *Hevseroka Desteya Şaredariyên Gel a Herêma Efrînê Melek Hisên da zanîn ku bi derketina Vîrusa Koronayê tevgera wan ji bo tedbîrên parastina gel zêde bûye û wiha got: “Şaredariya Gel ji bo parastina civakê di nava tevgerê de ye. Erka me ye em gelê xwe biparêzin.”  DÎMEN HEYE   *Derbarê belabûna vîrûsa koronayê de hevseroka Şaxa SES'ê ya Wanê Fîgen Çolakoglu diyar kir ku kesen ku testa wan pozîtîf derdikeve dişînin malê û ev tişt xetereyekî mezin e.  BI DÎMEN    *Jina bi navê Newroz Henan a ku bamî li pêşiya mala xwe çandiye anî ziman ku şênkayî û çandin di jiyana wê de xwedî wateyeke girîng in û wiha got:"Bi çandiniyê re canê mirovan rehet dibe û bi keda jiyanê re em dikevin nava tevgerê. Bamî xweş e û mirovan ji nexweşiyan diparêze."   BI DÎMEN    *Sûna Ceylan du sal in birayê xwe yê girtî Mahsûn nedîtiye. Sûna, diyar kir ku niha tenê bi rêya telefonê hevdîtinê dikin û ji rewşa birayê xwe bi fikar e. BI DÎMEN    *Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatimogullari anî ziman ku AKP rejîmeke nû ava dike û dixwaze jinan ji qada cemaweriyê dûr bixe. Tulayê bal kişand ser vê yekê ku pêvajoyeke ku diyanet tevlî siyasetê dibe heye û wiha got:"Ew ê jin bi rejîma istibdatê li hev neke."  BI DÎMEN    *Endama Rêveberiya Şaredariya Gel a Kobanê Fîdan Dîlan rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxand. Fîdanê bal kişand ser helwesta têkildarî tecrîdê de û wiha got: "Yekîtiya Ewropayê ku sîstema tevahî cîhanê ji bo berjewendiyên xwe dide meşandin, birdoziya Rêber Apo ya ji bo aşîtiyê qebûl nakin û weke xeterî l ser sîstemên xwe dibînin." BI DÎMEN