Xebatên lêgerîna ji bo Mîraçê windayî hatin sekinandin 2020-08-14 16:21:01   AMED - Xebatên lêgerîna ji bo Mîraç Çîçek ê 3 salî ku li gundê Pîranê winda bû hatin sekinandin.    Hîn tu agahî ji Mîraç Çîçek ê 3 salî ku li gundê Pîranê di 31'ê Tîrmehê de winda bû nehatiye girtin. Xebatên lêgerîna ji bo Mîraçê windayî ku ev 15 roj in didomin hatin sekinandin. Hat hînbûn ku jendermeyê 2 rojî navber da xebatên lêgerînê.