'Li dijî şîdetê bêdeng nemînin' 2020-08-13 14:28:16   HATAY - Derbarê mêrê ku bi qanûna înfazê hat berdan û zaroka xwe qetil kir de Platforma Jinan a Îskenderûnê daxuyaniyek dan û gotin: "Ligel hemû guhertin û sererastkirinên qanûnan jî tundiya li dijî jinê her roja diçe zêdetir dibe. Sedama zêdebûna tundiyê, ne guhertina civakê û ne pêşxistina çareseriyê ye."    Platforma Jinan a Îskenderûnê, derbarê mêrê ku bi qanûna înfazê hat beredan û zaroka xwe qetil kir de daxuyaniyekî nivîskî hat dayîn. Daxuyanî ji hêla berdevka Demî ya Platforma Jinan a Îskenderûnê Parêzer Mehtap Sert ve hat dayîn.    Mehtap, diyar kir ku ligel hemû guhertin û sererastkirinên qanûnan jî, tundiya li dijî jinê her roja diçe zêdetir dibe û got: "Sedama zêdebûna tundiyê, ne guhertina civakê û ne pêşxistina çareseriyê ye. Dewlet, polîtîkayên guhertin û veguhertina hişmendiyê pêş naxe. Berevajî mafê jinan bin pê dike. Dîsa êrîşên li dijî destkeftiyên jinan, bê navber dewam dikin.”    Mehtap, bal kişand ser mêrê ku keça xwe kuşt jî û wiha bi dawî kir: "Mêrê bi navê Cengîz Karataş berî demekê bi Qanûna Înfazê ji girtîgehê hat berdan. Piştî ku Cengîz hat berdan keça xwe kuşt û dûre întîhar kir. Vê bûyerê, careke din girîngiya Peymana Stenbolê datîne holê. Ji ber ku Peymana Stenbolê di serî de li dijî cînayet û tundiyên li ser jinane. Li Tirkiyeyê bê navber tundiya li dijî jinan dewam dike. Em jin baş dizanîn ku ew hêza me heye ku em cîhanek bê tundî ava bikin û divê em li hemberî tundiyê bêdeng nemînin. Ji bo vê jî em ê li her qadê têkoşîna xwe bi rêve bibin.”