Li El Babê jinek hat qetilkirin 2020-08-13 10:25:43   EL BAB - Li Herêma El Babê ya bi ser Helebê ve ku niha di bin kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê de ye jinek kuştî hat dîtin.     Piştî ku şerê li Sûriyeyê dest pê kir, dewleta tirk berê xwe da Sûriyeyê û gelek bajar û gundewarên wê kin bin kontorla xwe. Cerablûs, El Bab, Izaz, Efrîn, Girê Spî , Serêkaniyê û niha di bin kontrola dewleta tirk de ye. Li herêmên di bin kontrola dewleta tirk de ye jin bi awayekî bi guman tên qetilkirin. Roj bi roj bûyerên qetilkirinê zêde dibin. Taybet di vê dema dawî de bi dehan jin li Efrînê jî hatine qetilkirin.    Di navbera bajarê El Babê û gundê Qidêran yê ku dikeve Rojhilatê Helebê jinek kuştî di depoya avê de hatibû dîtin. Hêjaya gotinê ku ev ne cara yekeme ku jin bi vî rengî li herêmên di bin kontrola dewleta tirk de qetilkirî tên dîtin.