Sîham Mele Elî: Li Hesekê 42 kes bi Vîrûsa Koronayê ketine 2020-08-13 09:32:01   Ronîda Hacî    HESEKÊ - Endama Komîteya Tenduristiyê ya Kantona Hesekê Sîham Mele Elî teqez kir ku Vîrusa Koronayê bi lez belav dibe û pêwist e her kes xwe biparêze û got: "Her ku diçe rewş xeter dibe."   Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her ku diçe Vîrusa Koronayê belav dibe. Roj bi roj kesên ku pê dikevin hejmara wan zêde dibin. Hejmara kesên ku heta niha bi Vîrusa Koronayê ketine gihaşt 171'an û ji wan 8 kesî jiyana xwe ji dest dane. Têkildarî vê mijarê Endama Komîteya Tenduristiyê ya Kantona Hesekê Sîham Mele Elî bi rêya ajansa me bang li şêniyên Kantona Hesekê kir ku tedbîrên xwe bigirin û xwe biparêzin ji ber ku rewş cidî ye.   '42 kes li Hesekê bi Vîrusa Korona ketine'   Sîham diyar kir ku li Hesekê 42 kes bi Vîrusa Koronayê ketine jê 2 kesî jiyana xwe ji dest dane û wiha dewam kir: "Her ku diçe hejmara kesên bi Vîrusa Koronayê ketine zêde dibe, pêwîst e her kes baldar be û li tenduristiya xwe baş miqate be. Rewş cidî ye û pir xeter e, parastin wê bikaribe rê li ber belavbûna vê vîrusê bigire. Heta niha kesê ku pê ketine jî em wan dixin bin karantînayê. Her çend rojan jî em tehlîlê wan digirin da ku em rewşa wan bişopînin. Ji bo kesên ku bi Vîrusa Koronayê jî ketine em wekî komîteya tenduristî ya Kantona Hesekê me peywendî bi rêxistinên herêmî re çêkirine em ê tora alîkariyê berfireh bikin."   'Xemsariya Rêjîma Sûriyeyê bû sedema belavbûna Vîrusa Koronayê'   Sîham balkişand ser xemsariya Rêjîma Sûrî û wiha got: "Me çiqas hewil da ku em gelê xwe biparêzin û rê li ber belavkirina Vîrusa Koronayê bigirin, lê mixabin Rejîma Sûriyeyê bi me re nebû alîkar û her balafirgeha Qamişloyê di tevgerê de bû, ji ber ku Vîrusa Koronayê li Şamê pir belav bûye, lewma di riya kesên ku ji Şamê dihatin vîrus belav bû. Di heman demê de kesên bi riya qaçaxtî jî ji aliyê rêjîmê derbasî aliyên Rêveberiya Xweser dibin ew jî bû sedem ku vîrus belav bibe. Pêwist e Rêjîma Sûriyeyê bi erkê xwe yê wicdanî rabe û tedbîrên  rêgirtina belavbûna vîrusê bigire."    'Bê lepik û bê rûpoş tev negerin'   Sîham bang li şêniyên Kantona Hesekê kir ku bê lepik û bê rûpoş tev negerin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Kesên ku hîs dikin ku bi vîrusê ketine bila serdana navenda herî nêz ya Heyva Sor a Kurdî yan jî navendê tenduristî û nexweşaxaneyên bajêr bikin. Hêviya me ew e ku gelê me di vî aliyî de alîkariya me bike da ku em bi hev re vê nexweşiyê derbas bikin û bê lepik û bê rûpoş tev negerin."