Li dijî binçavkirina Semîreyê li Başûr çalakî 2020-08-12 16:24:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Bertek û nêrazîbûna jinan a li hemberî binçavkirina endama Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê Semîre Mihemed Emîn didome. Jinan bi çalakiyên xwe bang li hikûmetê kirin ku Semîrê serbest bê berdan.    Di 6’ê tebaxê de asayîşa Hewlêrê ser mala endamên Tevgera Azadî û Endama Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) de girtin di vê serdegirtina malan de Semîre Mihemed Emîn û çend endamên din ên Tevgera Azadiyê hatin binçavkirin. Piştî binçavkirina Semîrê li gelek deverên Herêma Federal a Kurdistanê jinan çalakî li dar xistin û azadiya Semîrê daxwaz kirin.    Duh li Kerkuk, Qaladiz, Silêmanî û Germiyan çalakiya jinan hebû û îro jî jinan li gundê Alîreşê yê Binarê Qendîlê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Li ser navê jinan endama RJAK'ê Hewar Hemed daxuyanî xwend.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Semîre Hemed Emîn yek ji jinên bi xîret û serbilind a deşta Hewlêrê ye. Binçavkirina wê rûyê rast ê PDK’ê nîşan dide. Semîreyê bi çalakiyên xwe tirs xistiye nava dilê tevahiya hêzên desthilatê, bi taybet PDK’ê. Ji ber ku PDK partiyek li dijî jin û demorasiyê ye. Dijî neteweyê ye. Di daxuyaniya jinan de daxwaz wiha hatin rêz kirin;    * Rêxistinên jinan û kesayetî û çalakvanên demoqratîxwaz di demek herî kurt de helwesta xwe nîşan bide û dêdengiya xwe bîşkêne.   * Em daxwaz li parlamena Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin bi taybet li seroka Parlemenê Rêwaz Faiq weke jinekê di demek zû de sînorekê ji bo van êrîşan dane. Parlemen kom bibe xwedî lî jinên çalakvan û xwedî helwest derbikevin û van çalakvanan azad bikin.   * Em daxwaz li hemû xelkê xwedî helwest dikin hin zêdetir zextê li desthilatdariyê bikin ku girtiyên siyasî azad bikin.   * Em daxwaza li rêxistinên nêvdewletî, mafê mirovan dikin li beramberî van sûcan bêdeng neminin.   *  Li dijî binçavkirina çalakvanên jin, Semîre û tevahiya girtiyên siyasî û sivîl bêdeng nebîn. Em ê timî di nava çalakiyan de bîn. Em ê ji bo wan di nava têkoşînê de bîn.”   Çalakî bi dirûşmeya,’Jin jiyan, azadî’ bi dawî bû.