'Mafên girtiyên li Xarpetê tê binpêkirin' 2020-08-12 16:08:56   AMED - Têkildarî binpêkirina mafan ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2 a Xarpêtê, MED TUHAD-FED, OHD, TUAY-DER, rapora rewşa girtiyan eşkera kir û wiha hat gotin: "Divê li dijî îşkence û muameleya nebaş a li girtîgehê bi awayekî sîstematîk serlêdana sûc û hiqûqî were kirin."   Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED), Komeleye Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) û Komaleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan a Amedê (TUAY-DER) têkildarî binpêkirina mafan ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2 a Xarpêtê li avahiya MED TUHAD-FED'ê civîna çapemeniyê li dar xistin. Endam û Rêveberên MED TUHAD-FED, OHD û TUAY-DER a Amedê tev li civînê bûn. Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Mehmet Temîzyuz daxuyanî da   Mehmet, diyar kir ku malbatên girtiyan têkîldarî îşkence û muameleya nebaş a Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2 Xarpêtê serî li TUAY-DER a Amedê, OHD û MED TUHAD-FED’ê dane û wiha got: “Piştî serîlêdana malbatan, heyeta me di 7’ê tebaxê de bi girtiyan re hevdîtin kirin. Di hevdîtinê de agahî girtin û çavderî kirin. Girtiyan diyar kirin ku di 5’ê tebaxê de piştî jimartina serê sibê komeke gardiyanan ketine koguşa Umran Cengîz û Burhan Renklî û girtî derpkirine û birine hucreyê. Girtiyan anîn ziman ku du rojan di hucreyê de mane û birine odeya wan. Piştî du roj ser derpkirina wan derbas bibû jî di gelek cihên laşê wan de cihê derpkirinê hat tespît kirin. Girtiyan diyar kir ku dema gardiyanan li wan xistin tîşortê yekî çirandiye.”   'Destdanîn ser rojnivîskên girtiyan'   Mehmet, bal kişand ser binpêkirina mafan û binpêkirinên li dijî mafê girtiyan wiha rêz kir:    "*Hat tespît kirin ku bi kêfî cezayê dîsîplînê didin girtiyan. 32 caran cezayê dîsîplînê dane girtiyekî. Ji van cezayan 4 kesên ku hukumxwar û cezayê muebetê girtî bi hinceta rewşa ne baş înfaza wan şewitandine û tebligat ji wan re şandine.   * Di lêgerînan de dest danîne ser rojnivîsk û destnivîsên girtiyan. Rêveberiya girtîgehê ji girtiyan re bi awayekî devkî gotiye ‘Tiştekî nenivîsin em destûr nadin.'    * Bi hinceta ku di girtîgehê de cih nîne kargoyên ji girtiyan re diçin asteng dikin.”   Mehmet dazanîn ku pêşniyarên wan yên ji bo binpêkirina mafan ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2 ya Xarpêtê jî ev in:    "*Divê li dijî îşkence û muameleya nebaş a li girtîgehê bi awayekî sîstematîk dijî serlêdana sûc û hiqûqî were kirin.   * Divê derbarê pirsgirêkên girtîgehan de saziyên netewî û navnetewî werin agahdar kirin.   * Divê derbarê cezayên dîsîplînê de serlêdanên hiqûqî werin kirin.   * Ji bo tedaviya girtiyan were kirin û şertên wan yên jiyanê baş bikin divê serlêdan werin kirin.   * Divê Saziya Înfazê ya Ceza di pêşengtiya Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê de bi hemû rêxistinên sivîl ên civakî bi heyetekê di çarçoveya tedbîrên vîrûsa koronayê de girtîgeha ziyaret bikin û rast û rast çavderiyê bikin.”