Şaredariya Gel bazara bajarê Dêrikê dezefenkte kir 2020-08-12 14:45:53   QAMIŞLO - Li bajarê Dêrikê Şaredariya Gel bi alîkariya Desteya Tenduristiyê bazara bajêr bi dermanên paqijiyê dezefenkte kir.   Şaredariya Gel li bajarê Dêrikê yê Kantona Qamişloyê bi alîkariya Desteya Tenduristiyê bi armanca  parastina şêniyan ji Vîrûsa Koronayê bazara bajêr dezefenkte kir. Hemleya dezefenkteyê li firoşgehên sebze, goşt, firineyên nan û hemû dikanên bazarê het çêkirin. Şaredariyê hişyarî da gel ku li paqijiya bazarê miqate bin. Ev hemleya dezefenkteyê wê dem bi dem bê çêkirin heya ku rê li ber belavbûna Vîrûsa Koronayê bê girtin.   Hêjayî bibîrxistinê ye ku hejmara kêsên ku bi Vîrusa Koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ketine gihaştiye 144 kesan û 7 ji wan jiyana xwe ji dest dane.