'Li dijî şîdeta li hemberî jinê yekitî hewece ye' 2020-08-12 09:31:49   MEXMÛR - Jinên ku li Wargeha Penaberan a Mexmûrê dijîn bal kişandin ser şîdeta li hemberî jinê û gotin: "Şîdeta li hemberî jinê her roja ku derbas dibe zêde dibê. Divê jin êdî bikeve ferqa hêza xwe, li dijî şîdetê yekitiya xwe avabike û têkoşîneke hevpar bide meşandin."    Şîdeta li hemberî jinê pirsgirêkekî gerdûniye. Welatên pêşketî an jî paşketî, xizan û dewlemend ferq nake şîdeta li hemberî jinê derketiya asta herî jor. Li gorî Rapora Pêşketina Jinên Cîhanê ya Yekîneya Jinan a Neteweyên Yekbûyî li cîhanê her roj 137 jin ji hêla ferdên malê ve tên kuştin. Jinên li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) dijîn bal kişandin ser her cûreyê şîdeta li hemberî jinê û nêrînên xwe ji ajansa me re parvekirin.    'Dixwazin jinê kontrol bikin'    Fadîle Yilmaz di destpêka axaftina xwe de li ser rol û misyona jinê ya di nava civakê de nirxand û got: "Demên berê tu mafê jinê tune bû û jin wekî kole dihat dîtin. Jin jî di ferqa vê de nebû. Jinan bi salan bi saya têkoşîn û bedelan hatin wan rojan. Niha zanebûna jinê gihaştiye astekî girîng. Ji bo jinên kurd jî têkoşîna azadiyê girîng bû. Bi naskirina felsefeya Serok Apo jin ketin ferqa jiyanekî azad. Lê belê çend pêşketin hebin jî li hemberî hemû jinan şîdet didome. Mêr ji hêza jinê ditirse ji ber vê jî êrîşê jinê dike. Pergala serdest a mêr tu carî naxweze jin civakê birêvebibe, Ji ber ku dema jin rêvebertiyê bike tê desthilatdarî hilweşe. Ji ber vê bi pergal bi her awayî dixwaze jinê bixe bin kontrola xwe."   'Li dijî şîdetê têkoşîn...'   Fadîle, diyar kir ku divê jin her tim di nava têkoşîna azadiyê de bin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li her deverê cîhanê jin bi şîdetê re rûbirû dimîne. Tenê rêyek heye û ev jî têkoşîna hevpar e. Divê hemû jinên cîhanê bibin yek."   'Li hemberî şîdetê bibin yek'   Mizgîn Kar, şîdeta li hemberî jinê şermezar kir û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Li dijî şîdetê divê hemû jin bibin yek û bi vî awayî têbikoşin. Şîdeta li hemberî jinê tê kirin, li hemberî hemû civakê pêk tê. Divê hemû jin derbarê şîdetê de bi hestiyar tevbigerin, dema cîranê mê bi şîdetê re rûbirû ma divê em bêdeng nebin. Çend bêdengî hebe ev qas jî ast û hejmara şîdetê zêde bibe. Şîdet tenê ne bi fîzîkiye, şîdeta devkî jî herî zêde di nava civakê de tê bikar anîn û bandorekî neyînî li ser jinê dike."    'Li dijî qirkirinê êdî bes e!'   Mizgîn, da zanîn ku dema jin bi hêz be dikare li her derê têbikoşe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Îro jin li hemberî dagirkirinê di çeperên herî pêş de şer dikin û bedena xwe dikin mertal. Îro jin daxwaza mafê xwe dike û têkoşîneke mezin dide meşandin. Li dijî şîdetê jî divê jin bibin yek û li hemberî qirkirina jinê bêjin êdî bes e.”