Bi pêşengiya DAKP’ê ji bo Peymana Stenbolê wê meş bê lidarxistin 2020-08-12 09:06:58   AMED - Bi pêşengiya DAKP’ê  di 13’ê mehê de wê ji bo Peymana Stenbolê meş bê lidarxistin. Jinan ji bo meşê bang kirin û wiha gotin: “Me deskeftiyên xwe  di kolanan de bi têkoşînên mezin bi dest xistiye. Em ê dîsa jî ji bo parastina deskeftiyên xwe li kolanan bin.”   Bi pêşengiya Platforma Jinan a  Dîcle Amedê (DAKP) di 13’ê mehê de ji bo Peymana Stenbolê ji  Xaçerêya Dinyayê heta parka Rojavayê wê meş bê lidarxistin. Meş saet di 17:30’an de wê pêk were.  Jinan ji bo meşa ku li dar dixin bang li gel kirin û wiha gotin: “Me deskeftiyên xwe bi hêsanî bi dest nexistiye. Bi  hezar salan e bi têkoşînên mezin me bi dest xistiye. Me ji bo bidestxistina deskeftiyên xwe di kolanan de têkoşîn da. Ji ber vê yekê dîsa jî ji bo parastina deskeftiyên xwe em ê li kolanan bin.   ‘Em ê ji bo parastina deskeftiyên xwe li kolanan bin’   Endama Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Rabîa Tekas, diyar kir ku divê di her qadê de parastina deskeftiyên jinan bê kirin û got: “Wekî ku tê zanîn demek dirêj e Peymana Stenbolê di rojevê de tê nîqaşkirin. Ji ber vê yekê gelek platform û saziyên jinan li dijî vî tiştî xebatan dikin. Em jî di 13’ê Tebaxê de bi pêşengiya DAKP'ê meşê li dar dixin. Meşa ku em li dar dixin ligel jinan mêr jî tevlî dibin. Ji ber ku pirsgirêka ku em li ser diaxivin pirsgirêkek civakî ye.  Di heman demê de zagona ku tînin meclîsê ji aliyê mêran tê kirin û ew jî pêşiya feraseta li dijî jinan vedike. Li hemberî vî tiştî di heman demê de divê mêr jî bi hişmend bibin.  Tenê ne  pirsgirêka jinan û li ser barê jinan e.  Lewra divê ji her qadên ve tevlîbûnek bê kirin. Armanca meşê ew e ku ji bo parastina deskeftiyan û bi gelek çalakî û bernameyan vê nîqaşkirina Peymanê ji holê rakin. Meşa ku em li dar dixin jî  parçeyek ji wê ye. Me deskeftiyên xwe bi hêsanî  bi dest nexistiye. Bi  hezar salan e bi têkoşînên mezin me bi dest xistiye.  Me ji bo bidestxistina deskeftiyên xwe di kolanan de têkoşîn da ji ber vê yekê dîsa jî ji bo parastina deskeftiyên xwe em ê li kolanan bin.”   ‘Armanca meşê ji bo parastina Peymana Stenbolê’   Endama Meclîsa Ciwanan a Amedê Kezban Kuday jî anî ziman ku armanca meşê ji bo balkişandina qetlîama jinan û parastina Peymana Stenbolê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Ji ber polîtîkaya bêcezabûyînê jin tên qetilkirin. Ew jî wêrektî dide faîlan û bi wî awayî qetlîama jinan her ku diçe zêdetir dikin.  Em her sibehê bi xeberek qetlîama jinan ve şiyar dibin. Çima ewqas zêdetir bû? Ji ber ku em bi desthilatdarekê rûbirû nin ku feraseta serdest a mêr pişta xwe daye wê. Ev desthilatdar mêr diparêze û qetlîama jinan erê dike.  Gava ku ew kiryar dikevin girtigehê, li wê jî tên parastin, îro gelek kiryarên jinan ji ber bertekên civakê dikevin girtigehê.  Bernameya meşa me jî  jin û mêr tevlihev beşdar dibin. Ji ber ku ew ne pirsgirêka jinan e. Pirsgirêkek ferasetê ye.  Em jî vê ferasetê napejirînin û ji bo guherandina wê em ê têbikoşin. Em her çiqas li hemberê vê feraset û desthîlatdarê bêdeng  bimînin ewqas jin tên qetilkirin. Divê hemû rêxistinên sîvîl, sendîka û hemû gel bi hêstiyarî nêz bibin û em bang dikin ku bi tevlîbûnek xurt pêk were.”   ‘Em ê ji bo sepandina Peymana Stenbolê têbikoşin’   Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Bêrîtan Onen destnîşan kir ku deskeftiyên ku wan bi têkoşînek mezin bi dest xistine ewqas bi hêsanî jî nadin û got: “Em dizanin ku pirsgirêka esas  ji ber feraseta serdest a mêr e. Ji ber ku Peymana Stenbolê ji aliyê mêran tê nîqaşkirin. Muxataba mijarê jin in lê li ser mêr diaxivin û nîqaş dikin. Em îro ji ber vê zîhnîyetê bi destdirêjî, tundî û gefan re rûbirû dimînin.  Dema ku Peymana Stenbolê hat nîqaşkirin heya îro 36 jin hat qetilkirin. Ger ku niha Peymana Stenbolê bihata sepandin ewqas jin nedihata qetilkirin. Em ê ji bo Peymana Stenbolê li her qadê û kolanan têbikoşin. Wan kesên ku dixwazin  Peymana Stenbolê ji holê rakin em ê bi têkoşîn û meşa xwe bersivek xurt bidin.”   ‘Em ê ji bo teşhîrkirina polîtîkayên desthilatdarê li qadê bibin’   Endama Meclîsa Jinên Ciwan a Partiya Demoratîk a Gelan (HDP) Berîtan Yaşar jî diyar kir ku armanca desthilatdarê ew e ku ji her aliyî de jinan têk bibe û wiha axivî:”Îro li Kurdistan û Tirkiyeyê  her roj jinek an jî zarok tên qetilkirin.  Ji ber ku faîlên wan bê ceza dimînin û ew jî pêşiya qetlîama jinan vedike. Em jî hem ji bo Peymana Stenbolê hem jî ji bo teşhîrkirina polîtîkayên desthilatdarê ya qirêj vê meşê li dar dixin.  Ji ber ku em li dijî feraseta serdest a mêr in. Ji ber vê yekê divê jin û mêr li dijî vî tiştî bi hev re têbikoşin. Bi taybetî jî di demên dawîn de divê qetlîama jinan bê sêkinandin û em jî hêza wê sekinandinê ne.”