ROJEVA 12'YÊ TEBAXA 2020'AN 2020-08-12 09:00:00   *Piştî Somaliyê li Gineyê di bin navê "sunetê" de îşkenceya zayendî tê kirin û li vir hewcedariya olî û kevneşopî derdikevin pêş. Li Gineyê ji sala 2000 hezarî heta niha tevî ku qedexe ye îşkence, mirina zarokan a ji ber sunetê wekî sûc nayên dîtin.    *Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Sultan Kaya hêj 12 salî bû barê malbatekî danîn ser milê wê. Sultan bi zarokên xwe re di nava şîdet, zext û xizaniyê de mezin bû. Koçberî, karkerî û sirgunî her tim bû para Sultanê. Lê Sultan tu carî dev jî têkoşîna jiyanê berneda û di nava Meclîsa Dayikên Aştiyê de ne tenê ji bo xwe ji bo hemû dayikên kurd têkoşîna xwe domand. BI DÎMEN    *Dayika Salîh Şimşek ê ku ev 24 sal in di girtîgehê de ye û pirsgirêkên wî yên girîng ên tenduristiyê hene, Turkan Şimşek banga hestiyariyê ya ji bo girtiyên nexweş kir. Turkanê got:"Xwîn jê kişiyabû û spîçolkî bûbû." BI DÎMEN    *Hîlale Dekduk a 68 salî li dijî hemû şerd û mercên jiyanê yên zor û  hişmendiya civakê têkoşîna xwe dewam dike derbarê serpêhatiyên jiyana xwe de wiha dibêje: "Min di 54 salên temenê xwe de  gelek ked, têkoşîn daye û berhem afirandiye. Heta niha jî ez bi hêz li ser piyên xwe disekinim û êşên xwe bi riya dengbêjiyê derman dikim." BI DÎMEN    *Bertekên li hemberî nîqaşên betalkirina Peymana Stenbolê didomin. Aktîvîsta TJA'yê Deniz Abukan, diyar kir ku heke peyman bê betal kirin dê hejmara kuştina jinê zêde bibe û got: "Ev nîqaş tê wateya ji holê rakirina destkeftiyên jinan. Lê belê em dibêjin Peymana Stenbolê dide jiyîn."   *Gulten Gunduz 25 sal in li gund bi sewalkarî û sebzeyên ku diçîne debara xwe dike. Gulten, destnîşan kir ku heke dewlet piştgiriyê bide cotkarî û sewalkariyê dê hilberîneke xurt derkeve holê. BI DÎMEN    *Bertek û nêrazîbûnên li hemberî tecrîda li Îmraliyê didomin. Jinên Êzidî di nêrînên xwe de bal kişandin ser bêdengiya dewletên din ên li hemberî tecrîdê û gotin: "Sal bi sal tecrîd tê girankirin û bêdengî jî zêde dibin. Divê gel li dijî tecrîdê rabe ser piyan û bêje êdî bes e!' BI DÎMEN    *Jinên ku li Wargeha Penaberan a Mexmûrê dijîn bal kişandin ser şîdeta li hemberî jinê û gotin: "Şîdeta li hemberî jinê her roja ku derbas dibe zêde dibê. Divê jin êdî bikeve ferqa hêza xwe, li dijî şîdetê yekitiya xwe avabike û têkoşîneke hevpar bide meşandin."  BI DÎMEN   *Bi pêşengiya DAKP’ê  di 13’ê mehê de wê ji bo Peymana Stenbolê meş bê lidarxistin. Jinan ji bo meşê bang kirin û wiha gotin: “Me deskeftiyên xwe  di kolanan de bi têkoşînên mezin bi dest xistiye. Em ê dîsa jî ji bo parastina deskeftiyên xwe li kolanan bin.”  BI DÎMEN