Kongreya Star tecrîda li Îmraliyê şermezar kir 2020-08-11 11:31:22   ŞEHBA - Kongreya Star a Herêma Efrînê bi daxuyaniyekî tecrîda girankirî yê li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir.   Bi armanca şermezarkirina tecrîda girankirî yê li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rêxistina Kongreya Star a Herêma Efrînê li wargeha Berxwedanê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de Endamên Kongreya Star û Rêveberiya Xweser amadebûn.  Her wiha di daxuyaniyê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alê Kongreya Star hatin hildan. Daxuyanî ji aliyê Endama Kongreya Star Zahîde Memo ve hat xwendin.   Daxuyaniya ku hat dayîn wiha ye: "Bi navê Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Efrînê em bi tundî van kiryar û siyaseta dewleta tirk şermezar dikin. Tecrîda girankirî yê li ser Rêber Apo siyaseta AKP'ê ya desthilatdar û neqebûlkirina Tirkiyê ji gel û kêmnetewên din diyar dike. Ji ber vê siyaseta qirêj yên girtin, revandin û qetîlkirin di bin navê hincetên cur bi cur de tê kirin. Dewleta tirk di şexsê Rêber Apo de daxwaza lawazkirina îradeya gelan û bi taybet Gelê Kurd dike. Erdogan bi rêya girankirina tecrîdê li Îmraliyê felsefeya Rêber Apo hedef digire, lê Rêber Apo li girtîgeha Îmraliyê veguhest çavkaniya azadiya gelan û lêgerîna heqîqetê.    Dewleta tirk li kêlek meşandina tecrîdê û rênedana hevdîtinên Rêber Apo û parêzerên wî ve, êrîşî fikrê azadiyê dike. Em weke Rêxistina Kongreya Star a Herêma Efrînê van kiryaran, bêdengiya cîhanê, Rêxistina Mafê Mirovan û Rêxistina CPT'ê şermezar dikin. Sonda me ew e ku em ê pergala Îmraliyê bişkînin û Rêber Apo azad bikin."   Daxuyanî bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana Îmraliyê" û "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.